Şandeyek Rêveberiya Xweser ji bo hevdîtina rayedarên hikumetê li Lubnanê ye

Sibe, şandeyek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Lubnanê bi rayedarên hikumeta Lubnanê re li ser gelek dosyayan nîqaş dike.

Şandeyek Rêveberiya Xweser ji bo hevdîtina rayedarên hikumetê li Lubnanê ye
29 cotmeh, 2025   23:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya serdaneke fermî ya bi armanca pêkanîna hevdîtinan bi gelek rayedarên hikumeta Lubnanê re û nîqaşkirina dosyayên hevbeş de, şandeyek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihîşt paytexta Lubnanê Beyrûtê.

Li gorî çavkaniyan, dê şande di serdanê de gelek mijaran weke rêbazên pêşxistina têkiliyên dualî û hevkariya di warê mirovî û ewlehiyê de, li kêlek wê rewşên penaberên Sûriyeyî yên li Lubnanê, pêwîstiya dîtina mekanîzmayên hevkariya hevbeş ji bo misogerkirina mafên wan û îstîqrara li herêmê, dosyaya malbatên çeteyên DAIŞˊê yên hemwelatiyên Lubnanê, nîqaş bike.

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li Lubnanê Ebduselam Ehmed diyar kir ku şande niha li Beyrûtê ye û dê sibe bi rayedarên Lubnanê re bicive.

(fr)