Komxebata li Şengalê bi encamnameyekê bi dawî bû

Komxebata Rêveberiya Xweser a ji bo civaka Êzidî ‘Edalet û azadî’ ya bi boneya 10’emîn salvegera fermanê bi encamnameyê bi dawî bû.

Komxebata li Şengalê bi encamnameyekê bi dawî bû
28 tîrmeh 2024   21:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Komxebata Rêveberiya Xweser a Şengalê ya bi boneya 10’emîn salvegera 3’ê Tebaxa 2014’an ku îro danê sibehê bi tevlîbûna rasterast û online ya 200 kesî bi xwendina encamnameyekî eşkere bû.

Piştî dayîna peyam û semîneran, Endamê Komîteya Amadekar a Komxebatê rojnamevan Argeş Şengalî encamname bi navê beşdarên komxebatê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê li hola komxebatê xwend.

Argeş Şengalî dazanîn peyama sereke ya komxebatê ‘Edalet û Azadî’ bûye û got: “Komxebata me biserkeftî bi encam bû. Di komxebatê de daxwaza darizandina DAIŞ’ê û hevkarê wî malbata Barzanî hate kirin ku wan Şengalê radestê DAIŞ’ê kir.”

Di encamnameyê de 4 xalên sereke weke encama nîqaşên komxebatê hatiye destnîşankirin. Berfirehiya encamnameyê wiha ye;

 “Em îsal dikevin 10’emîn salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a li dijî civaka me ya Êzidî  pêkhatiye. Me weke Rêveberiya Xweser a Şengalê pêwîst dît ku mijarên wekî, ferman çima û çawa pêkhat, encamên wê, dersên jê hatine derxistin, têkoşîna 10 salan a Rêveberiya Xweser di komxebatekî berfireh de binirxînin, encama van nîqaşan û daxwazên civaka xwe ya Êzidî careke din pêşkêşê raya giştî ya navnetewî û bi taybet jî Iraqê bikin. Dirûşmeya sereke ya komxebata me, Edalet û Azadî’ bû.

Di komxebata me de sê semînerên bi sernavên cûda hatin pêşkêş kirin. Sernavên wan jî wiha bûn, ‘Fermana 3’ê Tebaxê çawa pêkhat, hedef û armancên ji vê fermanê çi bûn û kê pêşî li fermanê girt’ bû. Di beşeke din a konferansê de jî têkoşîna Heqîqet û edaletê ya civaka Êzidî û daxwaza civaka Êzidî ya naskirina statûya Şengalê û Rêveberiya Xweser a Şengalê li gorî destûra bingehîn a Iraqê bû.

200 kesayet, siyasetmedar, akademisyen û dostên Êzidiyan yên ji pêkhateyên Êzidî, Kurd, Ereb, Tirkmen, Tirk û Sûryan tevlî komxebatê bûn. Beşdarên komxebatê bi nêrîn, pêşniyar û fikrên xwe tevlî komxebatê bûn û tevkarî bo komxebatê çêkirin.

Di komxebata me de sernavên herî zêde derketin pêş û bûn rojev jî mijarên wekî ‘heq, hiqûq û edalet’ bû. Di salvegera fermanê de jî êrişên dijî civaka Êzidî yên bi rêya peymana  9’ê Cotmehê ya ji aliyê PDK, Iraq û dewleta Tirk ve hatibû îmzekirin dewam dikinin. Yên fermanê li ser civaka me de pêkanîn, heya niha jî ne hatine dadgehîkirin. Ji bo edalet pêk were, divê DAIŞ, hevkarên wî û xiyanetkarên mala

Barzanî, ji ber Şengalê teslîmê DAIŞ’ê kirin, werin darizandin. Divê hêzên di ber parastina Şengalê de berpiryarsbûn û erka xwe bicîh ne anîn jî werin darizandin.

Ji bo vê;

Di serî de hikumeta Iraqê, divê hemû dewletên Ewropayê fermanê nas bikin û bi vî awayî heq, hiquq û edaletê ji bo civaka Êzidî pêk were.

-Ji bo edalet pêk were divê mafê Xweparastin û Xwerêvebirinê ya Civaka Êzidî were naskirin.

Divê Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê û dîwana edaletê ya Laheyê,  DAIŞ’ê û hevkarên wê, dîsa xiyanetkarên Mala Barzanî dadgehî bike, da ku heq, hiquq û edalet pêk were.

Divê di serî de hikumeta Iraqê, dewletên navnetewî jî peymana 9’ê Cotmehê betal bikin û pêşî li êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê were girtin.

Yê ku Êzidiyan ji fermanê parast, afrînerê fikirê netewa Demokratîk, Rêber Apo ye. Li ser fikir û felsefeya Rêber Apo, civaka Êzidî xwe parast û pergala Rêveberiya Xweser danî.

Netewa demokratîk ji bo hemû milletên Iraqê, hêza çareseriyê diafrîne

Azadiya Rêber Apo, Azadiya me ye, heta niha çawa me ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn kiriye, em ê ji niha û pê ve jî têkoşîna xwe ya siyasî, hiquqî li hundir û derve xurtir bikin.’

-Divê hem milletê Iraqê û hem jî hikumeta Iraqê baş bizanibe ku eger dixwazin xwe ji aloziya civakî, siyasî, olî, mezhebî, etnîkî, û aborî xilas bikin, tekane çareserî di netewa Demokratîk re derbas dibe.

-Tevahî civaka Êzidî, divê di ferqê de be ku pêşiya fermana girtin, hebûn û maf û azadiya Êzidiyan di avakirina netewa demokratîk re derbas dibe. Ev yek jî li Şengalê hatiye avakirin. Ji bo wê divê hemû Êzidî vegerin ser axa xwe û ji bo azadiya xwe têbikoşin. Divê Şengalî vegerin Şengalê û divê Êzidiyên li tevahî dinyayê xwedî li têkoşîna Êzidiyên li Şengalê derbikevin. Di heman demê de em bang li hemû dostên Êzidiyan, demokrasîxwazan dikin ku hîn zêdetir li têkoşîna civaka Êzidî derbikevin.

-Li ser vî esasî Komxebata me bi awayek serkeftî bi encam bû, em Şehîdên 74 Fermanan carek din bi rêzdarî bi bîr tînin û emê ji bo xwe parastina ji Fermanan ji bo xwebirêvebirinê têkoşîna xwe hîn mezintir bikin. Emê Fermanê ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin. Heta ku sûcdarên Fermanê neyên darizandin, wê edaleta ji bo civaka Êzidî pêk neyê, heta edaleta ji bo civaka Êzidî pêk neyê emê têkoşîna xwe her biçe mezintir bikin.”