Şêniyên Girkê Legê: Azadiya fîzîkî ya Rêbertî azadiya gelê Kurd e

Şêniyên bajarê Girkê Legê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, azadiya gelê Kurd û hemû gelê aştîxwaz û demokrasîxwaz e û got heta pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan dê têkoşîna xwe bidomînin.

Şêniyên Girkê Legê: Azadiya fîzîkî ya Rêbertî azadiya gelê Kurd e
27 hezîran, 2026   02:35
QAMIŞLO
KÎNAN El-SEYÎD

Şêniyên bajarê Girkê Legê daxwaza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir da ku bikare rola xwe ya çareserkirina pirsgirêkên asêmayî pêk bîne.

Xebat Ekrem bi bîr xist ku tevî ku Rêber Abdullah Ocalan di girtîgehê de ye jî, lê bi fikr û felsefeya xwe di nava gelê de ye û got, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê wateya azadiya gelê Kurd.

Xebat Ekrem diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi sedema ku berevanî li ber doza gelê bindest kir, hat girtin û destnîşan kir ku ew bi fikir û felsefeya wî ve girêdayî ne û dê heya pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê bidomînin.

Xebat Ekrem bang li rêxistinên hiqûqî û mirovahî kir ku demildest ji bo rakirina tecrîdê li dijî Rêbertiyê tevbigerin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin. Her wiha got, azadiya wî bi azadiya bi mîlyonan kesên ku li ser fikr û projeya wî ya demokratîk dimeşin ve girêdayî ye.

Mihemed Elî jî da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelên bindest bi taybetî gelê Kurd e û got: "Rêbertî xwedî projeya aştî û neteweya demokratîk e ku kilîta çareseriya hemû aloziyên li herêmê ye."

Mihemed Elî azadiay fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wekî gaveke girîng ber bi xurtkirina aştî û aramiyê ve pênase kir û bang li tevahiya gelan û bi taybetî gelê Kurd kir ku yekitiya xwe xurt bikin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin.

Aya Hesen jî got divê dewleta Tirk bi awayeke cidî nêzî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bibe û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Di serî de pirsgirêka Kurd, gelek pirsgirkên din hene ku pêdiviya wan bi çareseriyên demokratîk û aştiyane yên bi rêya Rêbertî bên çareserkirin."

Aya Hesen diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan her timî daxwaza aştî û azadiyê dike, lewre hebûna wî di nava gel de mafekî rewa ye. Aya Hesen anî ziman ku pêdiviya qonaxa heyî bi xurtkirina hewldanên parastina mafên Kurdan bi rêyên aştiyane û diyaloga demokratîk heye.

(sb/bb)

ANHA