Ard gihîşt Siwêdayê lê tenê têra roj û nîvekê dike

Piştî ku Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) barek ard gihand Siwêdayê, firnên giştî ku ev 4 roj e rawestiya bûn, dîsa dest bi çêkirina nan kir. Lê ard tenê têra roj û nîvekê dike.

Ard gihîşt Siwêdayê lê tenê têra roj û nîvekê dike
28 îlon, 2025   12:09
SIWÊDAYÊ

Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) nêzî 200 ton ard weke piştgiriyeke awarte gihand Siwêda û gundewarên wê. Mûdîrê firna giştî ya li Siwêdayê Muwafaq Ebdulbaqî diyar kir ku ardê gihaye wan tenê têra roj û nîvekê dike.

Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ambargoya ard û genim li ser bajarê Siwêda û gundwarê wê dewam dike, ku bûye sedema aloziyeke mirovî ya mezin.

Ardê ku WFP`yê rêkiriye pêdiviyeke pir kêm a şêniyan peyda dike, lewma krîza kêmbûna nan careke wê dewam bike.

Hikûmeta veguhêz xwe ji berpirsyariyê dide alî û dibêje saziyên xwecihî yên Siwêdayê têkiliyê bi wan re nakin. Lê çavkaniyên ji rêveberiya aşan a parêzgehê diyar kir ku aşxane di Tîrmeha 2025ˊan de rastî êrişê hatine, û di encamê de ardê depokirî hat dizîn û telefkirin.

(k)