Komcivîna Platforma Yekitiya Jinên Kurd bi dawî bû

Palatforma Yekitiya Jinên Kurd, piştî komcivîna xwe ya li Amedê daxuyanî da. Di encamnameyê de hate gotin ku jinên Kurd xwedî wê hêzê ne ku di pekanina kongreya yekitiya neteweyî de rola pêşengiyê bikin û wiha hate gotin: “Ji bo parastina hebûna me, ji bilî ‘yekitî û aştiya navxweyî’ tu rêyeke din a serkeftinê tune ye.”

Komcivîna Platforma Yekitiya Jinên Kurd bi dawî bû
2 adar, 2026   17:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Platforma Yekitiya Jinên Kurd, li avahiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (TDSO) komcivîn lidar xist. Komxebat, bi dirûşma “Bi pêşengtî û yekitiya jinên Kurd ber bi avakirina yekitiya neteweyî” ve hat lidarxistin. Piştî komcivînê, bi daxuyaniyekê encamname hate aşkerakirin. Metna bi zaravayê Kurdî Kurmancî endama Platformê Mizgîn Irgatê, ya bi zaravayê Soranî Fatoş Stêrk û ya bi zaravayê Kirmanckî jî Ferîta Akturanê xwend.

Encamnameya Komcivîna Platforma Yekitiya Jinên Kurd wiha ye:

Erdnîgariya Rojhilata Navîn, wekî ku di her serdemên dîrokê de hatiye dîtin, îro jî bûye navenda herî dijwar a şer, pevçûn û lîstikên siyasî yên hêzên serdest. Dema em li rûpelên dîrokê û rûdanên rojên me yên îro dinêrin, eşkere dibe ku gel û baweriyên qedîm ên vê axê her roj bi êrişên nû û piralî yên hêzên desthilatdar û hegemonîk re rû bi rû dimînin. Ev hêzên ku tenê li ser bingeha berjewendiyên xwe yên aborî û polîtîk tevdigerin, hewl didin bi rêya zext, dagirkerî û her cûre polîtîkayên qirkirinê nexşeya herêmê ji nû ve ava bikin û vîna gelên azadîxwaz bindest bikin. Lê belê her alî baş dizane ku ev dîzaynkirina nexşerêya Rojhilata Navîn beyî gelê Kurd pêk nayê. Kurdistana ku bi sedsalane bê statu hatiye hiştin û veguheriye qada kolonyalîzmê, di vê serdemê de careke din bûye hedefa sereke ya van hêzan û hemû nirxên neteweyî, mirovî û çandî yên gelê Kurd ketine bin xetereya talan û wêrankirinê.

ARMANCA SEREKE YA ÊRIŞÊN LI SER ROJAVA ŞIKANDINA VÎNA GELÊ KURD BÛ

Li rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, li ber çavên hemû cîhanê, hewl hate dayîn ku bi destên komên hov ên tarî pergala jiyana demokratîk û azadiya jinê ya ku nêzîkî panzdeh salane hatiye avakirin, were hilweşandin. Armanca sereke ya van êrişan şikandina vîna gelê Kurd û jinan bû ku wekî modela jiyaneke nû li herêmê şîn bûye. Lê belê, berxwedana dîrokî ya gelê me û bi taybetî vîna jinên Kurd a ku bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ gerdûnî bûye, nîşan da ku hêza herî mezin a parastinê yekitiya gel bi xwe ye. Jinên Kurd di vê pêvajoyê de ne tenê ji bo parastina xwe, lê ji bo parastina hemû bawerî û gelên ku bi wan re dijîn têkoşîneke bêhempa meşandin.

SERHILDANA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ BÛ SEMBOLA RÛMETA MIROVAHIYÊ

Li Rojhilatê Kurdistanê, ev vîna azadiyê ya ku bi qetilkirina Jîna Emînî veguherî şoreşeke jinan a gerdûnî, careke din nîşan da ku jin pêşengên guhertina civakî ne. Ev serhildana ku bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li hemû bajarên Rojhilat û Îranê belav bû, li hemberî her cure zilm û zordariyê bûye sembola rûmeta mirovahiyê. Tevî ku îro gelê me yê li Rojhilat ji ber lîstik û şerên hêzên desthilatdar ên li ser herêmê êşên mezin dikişînin jî, sekna wan a li ser xeta şoreşa jinê hêviya azadiyê geş dike. Her wiha li Şengalê jî her tim xetereya komkujiyeke nû heye û gel li dijî wê li ber xwe dide.

DIVÊ KONGREYA NETEWÎ BÊ LIDARXISTIN

Me wek jinên Kurd ên li Bakur, her çend êrişên hêzên serdest ên li herêmê bibe sedema astengiyan jî, ji ber girîngiya vê serdema dîrokî komcivîna xwe bi biryardarî pêk anî. Nîqaşên me yên kûr û watedar nîşan didin ku êrişên li ser herêmê û destkeftiyên Kurdan, zemînekî pir xurt ji bo avakirina yekitiyê afirandiye û pêkanîna Kongreya Neteweyî ya Kurd êdî kiriye pêdiviyeke jiyanî ku nayê paşxistin.

JIN WÊ PÊŞENG BIN

Em dizanin ku wekî her carê, îro jî fedakarî û têkoşîna herî mezin li ser milê jinan e û jinên Kurd xwedî wê hêzê ne ku di pekanina kongreya yekitiya neteweyî de rola pêşengiyê bikin. Di vê çarçoveyê de, ji bo parastina hebûna me, ji bilî ‘yekitî û aştiya navxweyî’ tu rêyeke din a serkeftinê tune ye.

BANGA JI BO ZIMANÊ AVAKAR, AŞTÎYANE Û YEKPARÊZ

Ji ber vê yekê em bang li hemû siyasetmedar, rêxistin û xebatkarên Kurd dikin ku zimanekî aştiyane, avaker û yekparêz bi kar bînin û li dijî her cure zimandirejî û gotarên ku zirarê didin ruhê yekitiyê bisekinin. Her wiha em wekî jinên Kurd ji bo nifşên nû mirateya mayînde bihelin. Li xwedî nasname, ziman, çand û hunera xwe bi awayekî bi biryar derbikevin.

ERKA ÇAPEMENIYA KURDÎ

Di heman demê de, em bawer dikin ku berpirsyarî û girîngiya medyaya Kurdî di vê pêvajoya hesas de gelekî mezin e. Pêwîst e çapemeniya me ji aligiriya teng û duberiyê dûr bikeve û berjewendiyên giştî yên gelê Kurd derxe pêş.

PÊŞNIYARA KONFERANSA HEVPAR

Di vê pêvajoyê de ji Bakur, Başur Rojava, Rojhilat heya Kurdistana Sor û dîasporayê jinên Kurd dengê xwe ji bo yekitiya neteweyî bilind dikin da ku ev yekitî pêk were. Em peşnîyar dikin ku li Bakur Platforma Yekitiya Jinên Kurd a giştî konferansek hevbeş lidar bixe. Wek Platforma Yekitiya Jinên Kurd a Bakur, emê bi vîna jinê, li dijî erişkirina erîşên li ser nasname, ziman û nirxên xwe yên neteweyî her tim helwesta xwe ya hevpar nîşan bidin û heta gihîştina azadiyê em ê di parastin û pêşvebirina felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî” de bisekinin. Bijî yekitiya Kurdan. Bjiî hevgirtina jinên Kurd.”