Mazlûm Ebdî şandeyek hikumeta demkî pêşwazî kir

Fermandarê Giştî yê QSDˊ şandeyek hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi serokatiya Ziyad Ayiş pêşwazî kir.

Mazlûm Ebdî şandeyek hikumeta demkî pêşwazî kir
2 adar, 2026   17:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî şandeyek hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi serokatiya Ziyad Ayiş û hejmarek berpirsên hikumeta demkî pêşwazî kir.

Di civînê de Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û Fermandarê Asayîşê Mehmûd Elî Xelîl amade bûn. Her du aliyan li ser proseya entegrasyonê, rêbazên pêşxistina aramiyê û hevkariyê li herêmê nîqaş kirin.

Ev civîn di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29ˊê Çileyê ya navbera QSDˊê û hikumeta demkî de pêk tê.

(fr)