Li bajarên herêma Cizîrê çalakiyên 25’ê Mijdarê didomin

Bi hatina 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan re li bajarên Girkê Legê, Tirbespiyê û Qamişlo çalakî û meş tên organîzekirin. Beşdarên çalakiyan daxwaza bidawîkirina tundî û cudakariyê, pêşxistina mafê jinan, azadî û îradeya wê dikin.

19 mijdar, 2026   14:03
QAMIŞLO

Çalakiyên 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan ku ji hêla Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Rojava ve li bajarên herêma Cizîrê tên birêxistinkirin, didomin.

GIRKÊ LEGÊ… TUNDÎ ÎRADEYA JINAN Û MAFÊN WAN HEDEF DIGIRE

Kongra Star a bajarê Girkê Legê bi beşdariya endamên saziyan û şêniyan meşek li dar xist.

Meşê ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir û li kolanên sereke yên bajêr geriya. Li sûka bajêr piştî deqeyeke rêzgirtinê hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Herêma Cizîrê Eyhan Murad axivî û da zanîn ku tundiya li dijî jinan îrade, kesayet û mafê wê hedef digire, rejîmên desthildar hewl didin jinan bê maf û îrade bihêlin û rê li ber pêkanîna rola wan bigirin.

Eyhanê diyar kir ku mafê jinan ji bo avakirina civakeke demokratîk, exlaqî û adilane esas e, azadiya civak û welat bêyî azadiya jinan pêk nayê.

Meş bi berzkirina sloganên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ… BANGÊN DERKETINA LI HEMBERÎ TUNDIYÊ

Kongra Star a bajarê Tirbespiyê meşek li dar xist, meşê ji pêşiya Avahiya Perwerdeyê dest pê kir û li Qada Azadî bi dawî bû.

Meşvanan wêneyên şehîdên Komkujiya Parîsê rakirin û sloganên “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

Di mîtînga piştî meşê de endama Kongra Star Munteha Mehmûd axivî û da zanîn ku tundiya li dijî jinan bi her awayî berdewam dike.

Muntehayê destnîşan kir ku divê li hemberî tundiya li ser jinan hemû jin derkevin û bê deng nemînin û got: "Divê hemû jin daxwaza mafê xwe yê destûrî bikin.”

Di dawiyê de endama Kongra Star Munteha Mehmûd got: “Divê di avakirina Sûriyeyê de, jin cihê xwe bigirin, jin dikarin di her alî pêşengiyê bikin û ev yek di Şoreşa Rojava de hat xuyakirin.”

QAMIŞLO… PÊŞXISTINA TÊKOŞÎNA LI HEMBERÎ TUNDÎ Û CUDAKARIYÊ

Li bajarê Qamişlo Meclisa Jinan a PYD`ê bi beşdariya endamên PYD`ê û bi armanca pêşxistina hişmendiya mafên jinan û redkirina hemû cureyên tundiyê, semînerek organîze kir.

Di semînerê de endama Kongra Star Zêrîn Derbas behsa rewşa jinan û tundiya li dijî wê ji dîrokê heta roja îro kir, bal kişand ser têkoşîna jinan a ji bo bidestxistina maf û tesbîtkirina rola wê ya di navendên biryardarî û rêveberiyê de.

Zêrîn Derbas destnîşan kir pêşxistina jinan di xebatê de û pêkanîna serxwebûna wê ya madî û xwebûnî girîng e, divê wekheviya di navbera her du zayenda de di milê hiqûqî, derfetdayîn û berpirsyartiyê de pêk were.

Di dawiya semînerê de Zêrîn Derbas da zanîn ku têkoşîna li hember tundî û cudakariyê, misogerkirina azadiya jinan û beşdariya wan a aktîf, temsîla bingeha esasî ya avakirina civakeke adilane û wekhev dike.

(sb)

ANHA