Kombûna Jinan a Zenûbiya li ser Parêznameya Pêncemîn perwerde dibe

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li bajarê Kesra yê kantona Dêrazorê dest bi xwendin û perwerdeya li ser parêznameya pêncemîn a Rêber Abdullah Ocalan kir. Di perwerdeyê de16 nûnerên meclis, deste û saziyên jinan amade dibin.

Kombûna Jinan a Zenûbiya li ser Parêznameya Pêncemîn perwerde dibe
12 nîsan, 2025   16:44
DÊRAZOR

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li bajarê Kesra yê Dêrazorê li ser parêznameya pêncemîn a Rêber Abdullah Ocalan a bi navê Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk (Parastina Kurdên di nava pencên qirkirina çandî de) perwerde dibin. Ev perwerde wê 6 rojan li avahiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya dewam bike. Ji parêznameyê beşa "Li Rojhilata Navîn Çareserî" li gorî daxwaza Rêber Abdullah Ocalan ku di hevdîtina xwe ya dawî de kiriye, tê xwendin.

Ev perwerde, ji bo xurtkirina rola jinan di avakirina civakeke demokratîk de gaveke girîng e û dibe sedema têgihîştina wan ji dozên siyasî û civakî re û bi wê re jin dikarin bi awayekî aktîv çareseriyan ji pirsgirêkên asê yên rûbirûyî herêmê re bibînin.

Her wiha di perwerdeyê de bal li ser girîngiya Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk weke lêvegereke fikrî û siyasî ye tê kişandin.

Wê di roja 5’an de peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji bo jinan were xwendin û nîqaşkirin.

(fr)

ANHA