Ebas Iraqcî:  Armanca me lihevkirineke dadperwane û rûmet pêk bînin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Iraqcî têkildarî hevdîtinên nerasterast ên bi DYA’yê re daxuyanî da. Iraqcî piştî hevdîtina xwe ya li gel hempîşeyê xwe yê Umanê Seyîd Bedir Bin Hemed El Buseydî, diyar kir ku dan û standinên wan wê tenê li ser mijarên nûkleerî bin ku di berjewendiyên neteweyî yên Îranê de bin.

Ebas Iraqcî:  Armanca me lihevkirineke dadperwane û rûmet pêk bînin
12 nîsan, 2025   16:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Iraqcî der barê dan û standinên nerasterast ên li gel Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ên li Umanê de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Iraqcî diyar kir ku wan daxwaz û helwesta xwe bi rêya hempîşeyê xwe yê Umanê Seyîd Bedir Bin Hemed El Buseydî ji Amerîkayê re ragihandiye.

Her wiha Iraqcî diyar kir ger aliyê Amerîka li gor tê xwestin îradeya xwe ya siyasî nîşan de, wê bernameya hevdîtinê diyar bibe. Iraqcî got: “Armanca me ew e ku di şert û mercên wekhev de lihevkirinek dadperwerane û bi rûmet pêk bînin. Ji bona wê divê pêşî lihevkirinek destpêkê di navbera aliyan de bê avakirin."