Bi boneya 25`ê Mijdarê li Tirbespiyê civînek pêk anîn

Bi boneya 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava li Tirbespiyê civînek organîze kir.

Bi boneya 25`ê Mijdarê li Tirbespiyê civînek pêk anîn
Bi boneya 25`ê Mijdarê li Tirbespiyê civînek pêk anîn
Bi boneya 25`ê Mijdarê li Tirbespiyê civînek pêk anîn
Bi boneya 25`ê Mijdarê li Tirbespiyê civînek pêk anîn
12 mijdar, 2026   13:46
QAMIŞLO

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava bi boneya 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê civînek li Mala Êzidiyan a Tirbespiyê li dar xist. Di civînê de jinên endamên saziyên civaka sivîl amade bûn.

CIvînê bi rêzgirtinê dest pê kir û rêvebera Yekitiya Jinên Êzidî Hediya Şemo axivî. Hediyayê da zanîn ku ew ê li hember tundî û zilma ku li ser jinan têkoşînê bidomînin û got: “Em ê ji bo azadiya jinan her li qadan bin."

Hediya Şemo diyar kir ku bi hezaran pêşeng û şehîdên wan hene, ew ji bo azadiya tevahiya jinan bi salan tê têkoşîne û şehîd bûne û wan bi rêzdarî bi bîr tînin.

Di dawiyê de Hediya Şemo bang li hemû jinên cîhanê kir ku dengê xwe bilind bikin û li hemberî zilmê tu carî bê deng nemînin.

(ex)

ANHA