Navên nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji bo temamkirina peymana 10’ê Adarê aşkera bûn

Di çarçoveya xebatên temamkirina xalên peymana 10’ê Adarê ya QSD’ê û desthilata Şamê de navên nûnerên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin aşkerakirin.

Navên nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji bo temamkirina peymana 10’ê Adarê aşkera bûn
12 nîsan, 2025   17:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya xebatên pêkanîna xalên peymana 10’ê Adarê de, îro li bajarê Hesekê civîna duyemîn di navbera Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û nûnerên desthilata Şamê de hat lidarxistin.

Di civînê de Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Rohilata Efrînê, serokê komîteya ji hêla desthilata Şamê ve ji bo temamkirina peymanê hatiye erkdarkirin Hisên El Selame û endamê komîteyê Mihemed Qenatirî amade bûn.

Di civînê de asta pêşdeçûna xalên peymanê hatin nîqaşkirin, her wiha di civînê de hat gotin ku pêwîst e rageşî û şerê li Sûriyeyê werin kêmkirin û Bendava Tişrînê ji êrişên leşkerî dûr be. Der barê avakirina komîteyekê ji bo vegera koçberên ji tevahî herêmên Sûriyeyê de nîqaş hatin kirin.

Li kêlek wê navên endamên komîteya ku wê nûnertiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di diyaloga bi desthilata Şamê re bikin hatin aşkerakirin. Navên nûnerên ev in: Foza Yûsif, Ebid Hamid El Mihbaş, Ehmed Yûsif, Senherîb Bersûm, Sozdar Hacî. Meryem Îbrahîm û Yasir Silêman wê berdevkên fermî yên komîteyê bin.

Ev civîn di çarçoveya pêkanîna xalên peymana QSD’ê û desthilata Şamê ya 10’ê Adarê de pêk hat. Civîna yekemîn a pêkanîna peymanê di 19’ê Adarê de pêk hat.

(fr)

ANHA