Li Kerkûkê baregehên Heşdî Şabî hatin bombebarankirin

Li derdora Kerkûkê baregehên Heşdî Şabî ji aliyê balafirên şer yên Amerîkayê ve hatin bombebarankirin. Hat gotin ku qurbanî hene.

Li Kerkûkê baregehên Heşdî Şabî hatin bombebarankirin
10 adar, 2026   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor agahiyan, di saetên dereng ên şevê de balafirên şer yên Amerîkayê li derdora Kerkûkê baregehên Lîwaya 40 ya ser bi Heşdî Şabî bombebaran kiri.

Li gor agahiyan ji ber êrişê qurbanî çêbûne, lê heta niha hêzên ewlehiyê yên deverê ti agahiyek parve nekirine.

Li aliyê din li Bexda û Enbarê jî baregehên Heşdî Şabî ji aliyê balafirên şer yên Amerîkayê ve hatin hedefgirtin. Der barê encamên wan êrişan de jî agahiyên zelal bidest neketin.