Koma Îmam Elî têkiliya xwe bi Heşdî Şeebî re qut kir

Piştî Esaîb Ehlî Heq, Koma Îmam Elî jî biryar da ku têkiliya xwe ya bi hêza Heşdî Şeebî re qut bike.

Koma Îmam Elî têkiliya xwe bi Heşdî Şeebî re qut kir
2 hezîran, 2026   21:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsˊê, piştî biryara hikumeta Iraqê ya ji bo çekdanîna hêzan a ji derveyî hikumetê, bi daxuyaniyekê Şibil Zeydî ragihand ku hêzên Îmam Elî wê têkiliyên xwe bi hêza Heşdî Şeebî re qut bikin.

Zeydî got: “Ji bo parastina destkeftiyan û xurtkirina yekitiya neteweyî, li ser bingeha girêdanbûna olî, serokatiya Lîwayên Îmam Elî biryar daye ku Lîwayên Îmam Elî dev ji çekan berde û dest bi pêvajoya çekdanîna di bin kontrola dewletê de kiriye. Ev jî bi îradeya niştîmanî û biryara xwe û biratiya me ya bi Çarçoveya Hemahengî re ye.”