Li Humsê ji bo protestokirina girtina şêxekî êla Fewaîre gule hatin avêtin

Li bajarê Humsê ji bo girtina şêxekî êla Fewaîre hejmarek kesên ji êlê gule avêtin û texrîbat kirin.

2 hezîran, 2026   21:06

Vê êvarê, li bajarê Humsê ji bo protestokirina girtina şêxê êla Fewaîre Mehmdûh El Fedûs hejmarek kesên ji êlê gule bi hewa de avêtin û texrîbat kirin. Şêx El Fedûs li ser paşxaneya nakokiyek li parêzgeha Tertûsê çêbûye, hat girtin.

Li gorî agahiyan, girtin bi qasî saetekê dom kir, piştre şêx El Fedûs hat berdan.

(fr)