Parêzgarê Hesekê bi Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê re civiya

Parêzgarê Hesekê endazyar Nûredîn Ehmed, di çarçoveya şopandina proseya entegrasyonê û rawestandina li ser rewşa xebatê ya derî û mekanîzmayên pêxistina performansa wê de, bi rêvebirê Deriyê Sêmalka û şandeya pê re civiya.

Parêzgarê Hesekê bi Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê re civiya
2 hezîran, 2026   22:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Do çarçoveya şopandina proseya entegrasyonê û rawestandina li ser rewşa xebatê ya derî û mekanîzmayên pêşxistina performansa wê, Parêzgarê Hesekê endazyar Nûredîn Ehmed bi rêvebirê Deriyê Sêmalka yê sînorî Hemûd Hemûd û şandeya ku bi wî re bû civiya..

Di civînê de, rêveçûna karê derî, rêkûpêkî û prosedurên rêveberî yên ku tên sepandin hatin nirxandin. Her wiha gavên girêdayî pêvajoya entegrasyonê û mekanîzmayên bicihanîna wan hatin gotûbêjkirin, da ku domdariya kar li gorî çarçoveyên pejirandî were misogerkirin.

Parêzgar girîngî da zêdekirina hevrêziyê di navbera hemû aliyên têkildar de û bal kişand ser pêdiviya çareserkirina astengiyên heyî, ji bo bilindkirina asta xizmetên ku tên pêşkêşkirin û hêsankirina tevgera derbasbûnê. Parêzgar diyar kir ku Deriyê Sêmalka roleke girîng û stratejîk di girêdana herêmê bi derveyî de heye.

Di dawiya civînê de, beşdaran bal kişand ser pêdiviya domandina hevrêzî û şêwirmendiyê di qonaxa bê de, da ku serkeftina pêvajoya entegrasyonê û bidestxistina encamên herî baş di warên rêveberî û xizmetguzariyê de were misogerkirin.

(fr)