Koma Agirî ya ku reng û deng da têkoşînê

Damezirînerê Koma Agirî ya Helebê Menan Heskulik bi gotina "Meşandina têkoşîn û berxwedanê li kêleka çand û hunerê, reng dide şoreşê" rola komê di şoreşa li çiyayên Kurdistanê de vegot.   

Koma Agirî ya ku reng û deng da têkoşînê
Koma Agirî ya ku reng û deng da têkoşînê
Koma Agirî ya ku reng û deng da têkoşînê
Koma Agirî ya ku reng û deng da têkoşînê
Koma Agirî ya ku reng û deng da têkoşînê
Koma Agirî ya ku reng û deng da têkoşînê
Koma Agirî ya ku reng û deng da têkoşînê
Koma Agirî ya ku reng û deng da têkoşînê
Koma Agirî ya ku reng û deng da têkoşînê
Koma Agirî ya ku reng û deng da têkoşînê
13 tebax 2024   07:20
HELEB
MIHEMED EBDO

Seîd Bîrhat yek ji hunermendên pêşîn e ku tev li Koma Agirî ya Helebê bûye. Bîrhat destnîşan kir ku tevgera rizgariya Kurdistanê û gelek partiyên Kurdan di salên 1980`yî de fêm kir çi qas firehkirina qada propagandaya şoreşê girîng e û li ser wê esasê, dest bi avakirina komên hunerî hate kirin, ji bo ku çand û ziman bê parastin. 

Di vê çarçoveyê de helbestvan û damezirînerê Koma Agirî ya Helebê Menan Heskulik li ser pêşniyara endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murad Karayilan sala 1986`an dema serdana mala wî ya li taxa Şêxmeqsûdê kiribû, kom ava kir.

Li gorî Heskulik, destpêkê kom ji helbestvanek, stranbêj (her sê kurên wî) û muzîkjenekê pêk dihat. Heskulik wiha domand: "Derfet kêm bûn, lê gelek ciwan tev li komê bûn beriya ku pergalên serdest wê qedexe bikin. Di 5 mehan de hejmara endamên wê gihaşte 150 kesan. Gelek ji wan cihê xwe di komên şano, stranbêjiyê û govendê de girt."

ROLA KOMÊ DI ŞOREŞÊ DE

Koma Agirî ya Helebê di warê belavkirina zimanê kurdî de roleke mezin lîst. Komê hefteyê carekê waneyên fêrkirina zimanê kurdî dida. Wane bi materyalên kurdî yên ku ji hêzên hikumeta Şamê vedişartin, dihatin dayîn.  

Koma Agirî bernameyên xwe li Heleb, Şam, Efrîn, Lubnan, Reqa û Kobanê û gelek herêmên din pêşan didan.

Komê helbestên gelek helbestvanên Kurd ên wê demê mîna Ehmed Ekkaş û helbestên helbestvan Menan ên bi navê "Ceng û Avîn, Şer û Avîn” stran çêkirin.

Heskulik diyar kir ku kom stûneke bingehîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye ku civak bi çek û çand û hunerê şiyar kir.

ÇIMA AGIRÎ?

Ji bo bîranîna Serhildana Agiriyê kom bi nave Agirî hate navandin. Serhildan bi pêşengiya Îhsan Nûrî Paşa û plankirina rêxistina Xwebûn li dijî dewleta Tirk sala 1926`an li dar ket.

Şehîd Şîlan Kobanê yek ji damezirînerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û şehîd Soro, Celal, Berçem, Şukrî, Ednan û gelek endamên din ên komê bûn û tev li gerîla bûn.

Seîd Bîrhat destnîşan kir ku kadroyên tevgera azadiyê ji ber ku navê Agirî deng vedabû, komeke din bi heman navî li bajarê Amûdê ava kir ku wê jî gelek album derxistin û roleke mezin di vejandina çand, hunera kurdî de lîst.

Endamên komê, di serî de Menan Heskulik zêdetirî 3 caran ji aliyê saziyên ewlehiyê yên Partiya Baasê ve hatine girtin û revandin. Di Newroza 1986`an de jî saziyên ewlehiyê êrişî komê kir lê gelê li wir xwedî li komê derket û nehişt wan birevînin.

DESTKEFTIYÊN HUNERÎ

Koma Agirî gelek album derxistin. Di her yekê de 10 stran hene, wekî "Apoyê me tiving e", Bilbil li şaxê", "Ev deng ji Kurdistanê tê PKK`ê ne", “Zindana Diyarbekir".

Her wiha bi dehan stranên bi zimanê erebî jî derxistine, wekî "Lesne Uşqa El Demar (Em ne aşiqê wêraniyê ne)", "Helebce", "Ele El Sewra sifû sifûf (Ref bi ref tev li şoreşê bibin)", "Ezîz El Şehîd", "Filistîn", "Cîl El Tedhiyat (Nifşê fedakariyan)".

Endamên komê 2 caran di destpêka salên 1990`î de li Helebê û dawiya heman salê li Lubnanê bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştine. Menan diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan pesnê hewldanên wan ên ji bo parastina hunerê û ragihandina dengê şoreşê kiriye.

PEYAMA DAMEZIRÎNERAN

Menan Heskulik di dawiyê de got: "Meşandina têkoşîn û berxwedanê li kêleka huner û çandê, reng da şoreşê. Pêwîstiya şoreşê bi rewşenbîran heye ku di aliyê çandî de dewlemend û baldar in da ku mîrasa hunerî ya doza gelê Kurd berdewam bikin."

Seîd Bîrhat jî hêvî kir ku aliyên têkildar wek Tevgera Çand û Hunerê û Desteya Çandê xwedî li albumen komê derkevin ji bo ku careke din wan vejînin û klîpên layîqî fedakariyên şehîdên komê çêkin.

Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê re, damezirînerên komê piştî ku tev li Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo ya Helebê bernameyên xwe pêşan didin û ji bo piştgiriya şoreşê di aliyê manewî de tev li çalakiyên hunerî dibin.

(şx)

ANHA