ˊEm di têkoşînê de xwe dispêrin kesayeta fermandar Egîdˊ

Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê bi dirûşma "Bi ruhê 15'ê Tebaxê em ê azadiya Rêber Apo pêk bînin" li dar xist. Di meşê de ciwanan destnîşan kir ku ew di têkoşînê de xwe dispêrin kesayeta şehîd Egîd (Mahsûm Korkmaz).

ˊEm di têkoşînê de xwe dispêrin kesayeta fermandar Egîdˊ
ˊEm di têkoşînê de xwe dispêrin kesayeta fermandar Egîdˊ
ˊEm di têkoşînê de xwe dispêrin kesayeta fermandar Egîdˊ
ˊEm di têkoşînê de xwe dispêrin kesayeta fermandar Egîdˊ
ˊEm di têkoşînê de xwe dispêrin kesayeta fermandar Egîdˊ
ˊEm di têkoşînê de xwe dispêrin kesayeta fermandar Egîdˊ
12 tebax 2024   23:11
HELEB

Bi nêzîkbûna salvegera 41'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê, Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê meşek li dar xist. Di meşê de endamên saziyên sivîl û ciwan beşdar bûn.

Meşê ji pêşiya Keraca Efrînê ya kevin a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û ber bi qada Cebanat ve bi rê ket.

Li wir rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan Lava Çawîş di şexsê şehîd Egîd de yê ku pêşengtiya Pêngava 15'ê Tebaxê kiriye, hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Lava destnîşan kir ku faşîzma Tirk ji bo ku tola xwe ji destkeftiyên Pêngava 15'ê Tebaxê hilîne, çekên qedexe û yên nûjen bi kar anîn û şerê taybet da meşandin.

Her wiha Lava diyar kir ku hemû hewldan û armancên dewleta Tirk a dagirker ên têkbirina tevgera azadiya Kurdistanê tev têk çûn.

(mh)