Besê Hozat: Divê pêngava azadiya Rêber Apo ya Rojhilata Navîn û Asya werin xurtkirin

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bal kişand ser pêngava azadiya ya cîhanî û wiha got: "Divê em li Rojhilata Navîn ê pêngavê xurt bikin, taybet tevgera jinê, divê bi roleke xurt rabe.

Besê Hozat: Divê pêngava azadiya Rêber Apo ya Rojhilata Navîn û Asya werin xurtkirin
13 tebax 2024   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN 

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat beşdarî bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haber bû li ser tecrîda li Îmraliyê û Pêngava azadî ji Rêber Apo re axivî.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat balkişand li ser tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin û got: “Ji Rêber Apo agahiyek nehatiye wergirtin. Sîstemeke tecrîd û êşkenceyê ya bi rêk û pêk heye. Di nava wan salan de hevdîtinên parêzeran çêbûn. Ji sala 2013'an heta salên 2014 û 2015'an hin hevdîtinên heyeta HDP'ê hatin kirin. Bi vî rengî dem bi dem hin hevdîtin hatin kirin, têkildarî rewşa Rêbertî û polîtîkayên li ser Îmraliyê raya giştî, gelê me û me hinek agahî wergirtin, me şopandin. Lê belê ev nedihat wê wateyê ku tecrîd şikestiye, ji holê hatiye rakirin û şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê yên Rêber Apo misoger bûye. Ya rast sîstema êşkence û tecrîdê 26 sal in dewam dike. Divê mirov bi vî rengî pênase bikin. Niha qala 41 mehan tê kirin 41 meh in bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin.”

Beşe diyar kir ku bi temamî têkilî jê rêber Apo qut bûye. Ev 41 meh e ev pêvajo li gorî axaftina kurt a bi telefonê ya bi Mehmet Ocalan û Omer Ocalan re ya Adara 2021'ê bi Rêber Apo re kirin, tê vegotin. Lê belê ew jî hevdîtinek nebû. Di wê axaftinê de şert û mercên Rêber Apo, Îmraliyê, rewşa wî, tenduristî û ewlehiya wî baş nayê fêhmkirin. Di wê axaftina bi telefonê re ji xwe li ser tiştekî nehat axaftin. Axaftinek ji deqeyek, du deqeyan bû. Ji xwe Rêbertî şêweyê bi wî rengî yê axaftinê rexne kir. Got, hûn dikevin xefikê. Got, 'divê parêzerên min hevdîtinê bi min re bikin, mafê min heye ku parêzerên xwe bibînim. Mafê min ê hiqûqî, qanûnî ye. Eger hevdîtin wê bibe divê bi parêzerên min re be': Di vê çarçoveyê de axaftinek ji deqeyek, du deqeyan hate kirin.Ji wê axaftinê zêde tiştek nehat fêhmkirin, ji xwe dema ku Rêbertî bi vî rengî axivî û helwest nîşan da, dewletê dest lê werda û axaftin bi dawî kir. Lewma ji 41 mehan bêhtir, ji 12'ê Hezîrana 2019'an û vir ve têkilî bi temamî hatiye birîn.

Besê diyar kir ku ji 2'ê Gulana 2019'an heta 12'ê Hezîranê 3 hevdîtin bi parêzeran re hatin kirin. Hevdîtin bi mlbatê re jî hate kirin, parêzeran jî 3 caran hevdîtin kirin. Di wan hevdîtinan de li ser rewşa Rêber Apo, şert û mercên li Îmraliyê, ewlekarî û rewşa wî ya tenduristiyê me, û wiha got: “Gelê me, raya giştî hinek agahî wergirtin. Lê belê piştre têkilî bi temamî hate birîn, rewşeke tecrîdê ya giran hate ferzkirin û dewam kir. Ji ber wê divê mirov ji wê demê destpê bikin. Yanî ji 12'ê Hezîrana 2019'an û vir ve ti agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Bi rastî jî li Îmraliyê rewş çi ye, rewşa tenduristiyê ya hevalên girtî yên bi Rêber Apo re ne çi ye, agahî nîne.

Di rewşeke bi vî rengî de rayedarên AKP'ê li derdorê dibêjin Ocalan kengî bixwaze dikare malbata xwe bibîne. Hin derdor jî radibin dibêjin Ocalan dikare malbata xwe bibîne, lê belê rêxistin destûrê nade. Propagandayên bi vî rengî belav dikin. Di nava gel de belav dikin, di nava Kurdan de belav dikin. Hin derdorên ku hevdîtinê bi wan re dikin van dibêjin. 'Ocalan çareseriyê dixwaze lê belê tevgera çareseriyê naxwaze'. Propagandayeke bi vî rengî dikin, gotinên bi vî rengî dibêjin. Xuya ye şerekî mezin ê taybet tê kirin. Her ku bi vî rengî tengav dibe û nikare tecrîda heyî vebêje, nerazîbûna civakî, nerazîbûna raya giştî, helwesta gelek derdorên li asta navneteweyî, demokratîk, çep, sosyalîst, azadîparêz û demokratik, Nikarin vî sûcê xwe îzah bikin. Ji ber ku dewleta Tirk niha sûcê li dijî mirovahiyê dike, sûcê hiqûqê dike. Yanî hem hiqûqa xwe hem jî hiqûqa navneteweyî niha bi tmamî ji holê rakiriye, binpê kiriye. Lewma ti îzahata vê yekê nîne. Niha rewşa ku li Îmraliyê diqewime ji her alî ve sûcê li dijî mirovahiyê ye. Komkujiyeke hiqûqê ye, komkujiyeke mirovahiyê ye. Rewşeke bi vî rengî heye. Ji bo nixumandina vî sûcî hewl dide têgihiştinên cuda biafirîne, dema ku nikaribe îzah bike jî dest bi derewan dike. Hewl dide derdorê bixapîne. Bêguman ev yek rewşa metirsîdar a dewleta Tirk radixe pêş çavan.”

Beşe bal kişand li ser civîna ku li Neteweyên Yekbûyî çêbuyî û got: “Di wê rûniştinê de jî rewşa tecrîdê, qutkirina têkiliyê ya bi temamî ketibû rojevê. Gelek pirs ji heyeta Tirk hate pirsîn. Nekarîn rewşê îzah bikin. Nekarîn bibêjin tecrîd. Gotin, qedexe. Niha em hîn baştir fêhm dikin, yanî çima cezayên dîsîplînê bi cih têne anîn? Mirovên ku agahî ji wan nayê wergirtin, di nava tecrîdeke mutleq de bin, gelo kîjan sûcê dîsîplînê dikarin bikin? Ev yek polîtîkayek e. Niha nikarin vê jî îzah bikin. Navê qedexeyê lê dikin. Dibêje min cezayê dîsîplînê bi cih anî, qedexe ye, ji ber wê parêzer nikarin hevdîtinê bikin. Dibêje, ji ber qedexeyê nikare hevdîtinê bike. Nikare bibêje tecrîd. Ji ber ku sûc dike. Rewşeke sûc heye. Tişta ku jê re qedexe ye dibêjin bi xwe tecrîd e. Ji ber ku nikare bi eşkere bibêje bi vî rengî vedibêje.

Lewma me ev yek dît. Pêngava azadî ji Rêber Apo re asteke gelekî girîng afirand. Dewleta Tirk niha ketiye rewşeke welê zehmet, welê tengav bûye ku nizane sûcê xwe, sûcê li dijî mirovahiyê, sûcê hiqûqê îzah bike. Hewl dide binixumîne. Derewan dike, hewl dide her kesî bixapîne. Bêguman kes bi vê naxape.”

Besê Hozat axaftina xwe wiha domand: Meha Îlonê civîna Komîteya Wezîran a Konseya Awropayê heye. Wê mafê hêviyê bixin rojeva xwe. Wê gelek daxwazên girîng ên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hebin. Parêzerên ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diaxivin, nirxandina dikin, em ji nêz ve dişopînin. Xuya ye Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi amadekariyên gelekî cidî xwe ji civînê re amade dike. Wê vê rewşê bi rengekî gelekî cidî bixin rojevê û daxwazên girîng bike. û got: “Ev daxwaz bi rastî jî gelekî girîng e. Konseya Ewropayê jî şirîkê vî sûcî ye. Komîteya Wezîran a Awropayê jî şirîkê vî sûcî ye. CPT, DMME û dewleta Tirk şirîkê vî sûcî ne. Ev sîstem, sîstema Îmraliyê, sîstema tecrîd û êşkenceyê, sîstema qirkirinê ava kirine. Bi salan e li vê yekê temaşe dikin. Li pêşberî vê êşkence, polîtîkaya tecrîdê ya ku dewleta Tirk li Îmraliyê dimeşîne bêdeng dimînin, dibin hevkar. Di asta heyî de divê êdî ev hêz helwesteke cidî nîşan bidin. Divê ev hêz êdî nebin şirîkê vî sûcê qirkirinê, sûcê li dijî mirovahiyê, sûcê hiqûqê, komkujiya hiqûqê. Hiqûqa ku bi xwe ava kirine tê qetilkirin. Peyman û hiqûqa navneteweyî ji aliyê Tirkiyeyê ve nayên bicihanîn. Vî sûcî dike. Lewma ew bi xwe jî ji vê berpirsyar in. Di serî de Konseya Awropa, CPT, Komîteya Wezîran a Awropayê, saziyên ser bi Konseya Awropayê berpirsyar in. Sûcdarê sereke di rewşa heyî de Konseya Awropayê ye. Divê Konseya Awropayê êdî dawî li vî sûcê xwe bîne. Nebe şirîkê vê yekê. Di vê mijarê de divê helwest û nêzîkatiyeke li gorî hiqûq, edalet, nirxên mirovahiyê, exlaq û wijdanê nîşan bide. Divê helwestekê li hemberî dewleta Tirk nîşan bide. Ev yek girîng e û divê dawî li vê sîstema êşkence û tecrîdê bê anîn. Di rewşa heyî de divê êdî ev bi dawî bibe.”

Besê balkişand li ser têkoşîna hiqûqî jî û wiha got: Têkoşîneke girîng hate meşandin. Eger em dikarin vê nîqaş bikin ev yek bi saya vê têkoşînê ye. Bi pêngava azadiyê ya navneteweyî ev encam hatin bidestxistin. Ev encamên gelekî girîng û hêja ne. Dema dawî 69 mirovên Xelata Nobelê wergirtin ji bo azadiya Rêbertî, li hemberî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê helwest nîşan dan. Ji gelek deveran re, ji gelek mekanîzmayên biryardayinê re name nivîsandin. 69 xelatgirên Nobelê name ji Komîteya Wezîran a Konseya Awropayê re name nivîsandin. Name ji Erdogan re jî nivîsandin. Ji Konseya Awropayê, ji gelek saziyan, ji saziyên navneteweyî re name nivîsandin. Ev yek nêzîkatiyeke gelekî hêja ye. Divê karên bi vî rengî dewam bikin. Rêber Apo bi navê nirxên mirovahiyê li wê derê li ber xwe dide. Li Îmraliyê li ber xwe dide. 26 sal in li ber xwe dide. Ji bo azadî û wekheviya gelan li ber xwe dide. Ji bo demokrasiyê li ber xwe dide. Ji bo azadiya jinan li ber xwe dide. Ji bo azadiya hemû nasnameyên bindest li ber xwe dide. Lewma wijdanê mirovahiyê temsîl dike. Nirxên mirovahiyê temsîl dike. Ji ber vê yekê îro li cîhanê her kesên li azadî, wekhevî, edalet û heqîqetê digerin, her derdor, kom û komên civakî yên bi vê armancê tevdigerin daxwaza azadiya Rêber Apo dikin. Lewma azadiya Rêber Apo bi rastî jî azadiya me hemûyan e. Azadiya hemû gelan e. Ne tenê azadiya Kurdan e, azadiya mirovahiyê ye. Pêkhatina nirxan a bi rengekî azad e, hebûna nirxan e. Ji ber vê yekê divê ev têkoşîn hîn bi xurtî bê meşandin. Yanî divê paradîgmaya Rêber Apo bê belavkirin. Ev kar karekî gelekî hêja ye. Divê em vî karî hîn bi xurtî bimeşînin.”

 Besê Hozat balkişand li ser giringiya pêngava azadiyê ya li Rojhilata Navîn jî û wiha got: “Bêguman li Awropayê, li Asyayê li seranserê cîhanê hin kêmasî hene. Lê belê bi taybetî li Rojhilata Navîn girîngiya vî karî niha hîn bêhtir tê fêhmkirin. Em civak, gel, rewşenbîr, hunermend, derdorên demokratîk, tevgerên jinê, tevgerên ciwanan, derdorên demokratîk ên li Rojhilata Navîn divê em fikir û tezên Rêber Apo hîn bi xurtî nîqaş bikin. Divê em fikrên Rêber Apo bigihînin her kesî. Pêwîstiyeke mezin bi vê heye. Ji ber ku navenda Şerê Cîhanê yê 3'yemîn niha Rojhilata Navîn e. Civaka Rojhilata Navîn bi rastî jî gelekî diêşe. Yanî li her derê tundî, şer, komkujî, qirkirin heye. Niha Kurdistan bûye navenda qirkirinê. Dewleta Tirk polîtîkayeke qirkirinê ya metirsîdar dimeşîne. Îsraîl li dijî Fîlîstîniyan polîtîkayeke qirkirinê ya metirsîdar dimeşîne. Bi deh hezaran Fîlîstînî ji aliyê Îsraîlê ve hatin qetilkirin. Ev polîtîkayên qirkirinê dewam dikin. Îro jî li dibistanekê xistin. Zêdeyî sed mirov qetil kiriye. Qirkirin tê ferzkirin û ev şerê cîhanê yê 3'yemîn ji Kurdistanê, Fîlîstînê û tevahiya Rojhilata Navîn belav dibe. Dewleta Tirk ji bo vî şerî belav bike çi ji dest tê dike.”

Beşe Hozat diyar kir ku Paradîgmaya Neteweya Demokratîk, Projeya Sîstema Konfederal a Demokratîk bi rastî jî ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn projeyên bingehîn e. Her ku civaka Rojhilata Navîn van fikran nas dike, rewşenbîr, mirovên di nava lêgerîna azadî, wekhevî, edalet û demokrasiyê de ne vê fikir nas kirin, di wê baweriyê de me ku li Rojhilata Navîn wê tevgereke gelekî xurt a demokrasiyê, têkoşîneke demokrasiyê bi pêş bikeve.

Besê destnîşan kir ku ev 50 sal Tevgera Azadiyê ya Kurd pêşengiyê ji vê yekê re dike. Di vê mijarê de têgihiştineke cidî, ronakbîriyek û veguherîneke diyarker heye û wiha got: Eger em vê yekê bi rengekî xurt bikin ku paradîgmaya Rêbertî li herêmê belav bibe, hingî wê şoreşa Rojhilata Navîn a demokratîk hîn nêzîk bibe û dawî li vî şerî, vê kaosê bê anîn ku êşên mezin têne kişandin, her roj bi dehan mirov têne kuştin. Ji ber vê jî divê em hîmê Rojhilata Navîn ê pêngavê xurt bikin. Her wiha tevgera jinê, divê bi roleke gelekî xurt rabe. Bêguman heta niha jinan di asteke girîng de pêşengî ji pêngavê re kirin, ciwanan pêşengî kirin. Bi taybetî di çalakiyên civakî de roleke xurt lîstin. Di ragihandina paradîgmaya Rêber Apo de bi taybetî bi rêya jineolojiyê tevgera jinê di vê mijarê de gelekî ked da, hewl da, têkoşiya. Îro li cîhanê ya ku jin bi pêş xist, çareseriyê ji pirsgirêka azadiyê ya jinê re dibîne fikrên Rêber Apo ye. Projeyên xwe yên çareseriyê ye. Têkoşîna xwe ya di vê mijarê de ye.”

Besê axaftina xwe wiha dawî kir, Di dîroka mirovahiyê de bêguman bi qasî Rêbertî gelek tevger û rêberên jinan jî ji bo azadiya jinê rabûn, fikir, teorî afirandin, têkoşiyan. Rêberên sosyalîst ên cuda di mijara jinê de tespîtên gelekî girîng kirin, nirxandin kirin, fikir afirandin. Lê belê tu ji wan bi qasî Rêber Apo bi kûrahî li ser azadiya jinê nesekinî, neket nava kûrbûnekê û di vê astê de fikir, teorî, îdeolojî, felsefe nefirandin, hêza pêkanînê ava nekirin. Ev yek rastiyek e. Ji ber vê yekê eger em karibin fikir, ked, hewldan û têkoşîna Rêbertî ya ji bo azadiya jinê afirandiye hîn bêhtir bigihînin jinên li Rojhilata Navîn, ez di wê baweriyê de me ku bi deh qatî zêdetir wê jin xwedî li azadiya Rêber Apo derkevin.

Eger bi vî rengî em karibbin têkoşîneke piralî bimeşînin, karibin hem paradîgmayê belav bikin, têkoşîna civakî bi taybetî bi têkoşîna tevgera jinê û têkoşîna hiqûqî em ê karibin di demeke kurt de şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê yên Rêber Apo biafirînin û Pêngava Azadiya Rêbertî wê bi ser bikeve. Asta heyî ya pêngavê van encaman ji me re dike mizgînî. Ji gelek aliyan ve encamên girîng ên serketî bi xwe re tîne.