Şêniyên Minbicê: Têkoşîna me heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan berdewam e

Şêniyên kantona Minbicê destnîşan kir ku bi saya têkoşîna gelan dê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin.

Şêniyên Minbicê: Têkoşîna me heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan berdewam e
Şêniyên Minbicê: Têkoşîna me heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan berdewam e
Şêniyên Minbicê: Têkoşîna me heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan berdewam e
Şêniyên Minbicê: Têkoşîna me heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan berdewam e
Şêniyên Minbicê: Têkoşîna me heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan berdewam e
13 tebax 2024   02:25
MINBIC

Şêniyên kantona Minbicê destnîşan kir ku bi saya têkoşîna wan a berdewam, tecrîd dê bi dawî bibe û teqezî bi girîngiya yekitiyê û hevgirtinê kir da ku vê armancê bi dest bixin.

Şêniyê bi navê Şêxo Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirk ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan ditirse, ji ber ku banga biratiya gelan dike, ji lew re tecrîdê li ser ferz kiriye û giran dike.

Şêniyê bi navê Îbrahîm Nessar jî destnîşan kir ku tecrubeya Rêveberiya Xweser bi ser ket û wiha domand: "Delîl jî ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan li herêmê û seranserî cîhanê belav bûn. Têkoşîna ji bo azadiya wî jî berdewam e."

Îlham Serdar jî diyr kir ku têkoşîna gelên azad gihaşte cîhanê û fişarên navneteweyî yên ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan zêde dibin.

Îlham wiha domand: "Em ê têkoşîna xwe bi rêya pêngavên navneteweyî, xwepêşandan û çalakiyên din mezin bikin heta ku em azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe bi dest dixin. Em çareseriyek ji bilî vê qebûl nakin. Divê cîhan ji bêdengiya xwe derkeve."

Sîham Himêdî jî destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li dijî peyman û qanûnên navneteweyî ye, tenê bi têkoşînê û hevgirtinê dê azad bibe.

Sîham diyar kir ku ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, divê têkoşînê mezin bikin û got: "Em bazarên li ser vê dozê qebûl nakin, ji ber ku ev doz bûye doza gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."

(şx)

ANHA