‘Teqandina guleya yekemîn ji bo zordest û dagirkeran hişyariyek bû’

Malbatên şehîdên HPG`ê destnîşan kir ku ragihandina têkoşîna çekdarî di 15`ê Tebaxê de û teqandina fîşeka yekemîn li dijî dijmin, ji bo zordest û dagirkeran hişyariyek bû. Malbatan di heman demê de bang li gelê Kurd û Kurdistanê kir ku xwedî li têkoşîna HPG`ê derkevin û destkeftiyên wê biparêzin.

‘Teqandina guleya yekemîn ji bo zordest û dagirkeran hişyariyek bû’
13 tebax 2024   03:45
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

15`ê Tebaxê salvegera 40’emîn a ragihandina têkoşîna çekdarî ya li dijî dewleta Tirk a dagirker e. 15`ê Tebaxê şehîd Egîd (Mahsûm Korkmaz) guleya yekemîn teqand ku li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê deng veda. Rê li pêşiya ciwanan û gelê Kurd û Kurdistanê hate vekirin ji bo ku tev li têkoşîn û berxwedanê bibin ku heta îro berdewam e.

Teqandina guleya yekemîn bi destê şehîd Egîd û ragihandina têkoşîna çekdarî li dijî dewleta Tirk bi Pênagava 15`ê Tebaxê tê naskirin.

Ayten Reşo xwişka 3 şehîdên Hêzên Parastina Gel (HPG) e; Rênas (Nîdal Reşo) yê ku sala 1992`yan tev li tevgera rizgariya Kurdistanê bûye û sala 1995`an li herêma Gerzanê şehîd bûye, Bedran (Hesen Reşo) yê ku sala 1996`an tev li tevgerê bûye û sala 1997`an li Başûrê Kurdistanê şehîd bûye, Nedîm Reşo yê ku sala 2014`an tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûye û sala 2017`an şehîd bûye.

Ayten Reşo xwişka girtiyê bi navê Fuad (Mihemed Reşo) ye ku sala 1994`an tev li tevgerê bûye û li Sûriyeyê ji aliyê hikumeta Şamê ve sala 2017`an hate girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin û heta niha di girtîgehê de ye.

Aytenê destnîşan kir ku bi saya Pêngava 15`ê Tebaxê hêzên leşkerî hatin avakirin û wiha domand: "Ev hêz hebûn, çand, ziman û axa me ji êrişên mêtingeran parast. Em baş dizanin ku maf nayê dayîn lê belê tê stendin. Siyaseta nerm bi dijminan re nekêrhatî ye."

Aytenê diyar kir ku birayê wê ji ber cesareta şehîd Egîd tev li tevgerê bû û wiha domand: "Şehîd Egîd bandor Ii gelek ciwanên kurd ên çiyayê Kurmênc û herêmên din ên kurdistanê kir û bûn şervanên leheng ku li hember mêtingeran şer bikin. Birayê min Nîdal jî di nav wan de bû ku çek rakir ji bo ku gelê xwe ji zulmê û koletiyê xilas bike."

Ayten Reşo got: "Pêwîstiya kurdan, bi gaveke wiha hebû ji bo ku siyasetên dagirkeriyê û dijminatiya li dijî xwe rawestînin. Bersiva me ye ku em ê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan bidin."

`KURDISTANA AZAD FEDAKARIYÊ DIXWAZE`

Zehîde Şêxo, xwişka şehîd Cîhad (Ednan Şêxo) ye ku di biçûkahiya xwe de tevgera rizgariya Kurdistanê nas kiriye, ji nêz ve kadroyên tevgerê, rêbaza birêxistinbûyîna wan nas kiriye. Der barê mijarê de got: "Birayê min sala 1993`yan tev li tevgerê bû. Di wê baweriyê de bû ku Kurdistana azad bi fedakariyan û bi cesaretekê mîna ya şehîd Egîd ava dibe."

Şehîd Cîhad destanên lehengiyê li Kurdistanê nivisîn. Ew û koma hevalên wî ketin kemîna dewleta Tirk a dagirker û sala 1995`an tevî hevalên xwe şehîd bû.

Zehîde îşaret bi bandora pêngavê û şehîd Egîd ya li ser gel kir û got: "Ji ber ku bi doza Kurd û ramanên Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye, têkoşîna çekdarî li dijî dagirkeriyê ragihand. Xwest îsbat bike ku ti hêz nikare vîna gelekî bişikîne ku jiyana azad dixwaze."

`TEQANDINA FÎŞEKA YEKEMÎN JI BO ZORDEST Û DAGIRKERAN HIŞYARIYEK BÛ`

Dayika şehîd Demhat (Mistefa Omer) yê ku sala revandina Rêber Abdullah Ocalan anku 1999`an tev li tevgerê bûye Asya Cafer got kurê wê dema destana şehîd Egîd xwend, tev li tevgerê bû.

Asya Cafer îşaret bi rola pêşeng a şehîd Egîd di doza Kurd de kir û got: "Ji bo gel fedakariyên mezin kirin. Fîşeka yekemîn li eniyê dijmin teqand. Ew fîşek ji bo zordest û dagirkeran, hişyariyek bû ku yên êriş Kurdistanê bikin, dê bersiv hişk be û Kurd ne ya berê ne û êdî tawîzan nadin û dê mafên xwe bi dest bixin."

Asyayê wiha domand: "Dilsoziya şehdî Egîd bi rêgezên tevgerê re û cesareta wî, teqandina fîşeka yekemîn û ragihandina têkoşîna çekdarî, guhertina usluba berxwedana tevgerê, bû sedem ku gelek ciwan tev li tevgerê bibin."

Asyayê bal kişand ser destkeftiyên Pêngava 15`ê Tebaxê û got: "Bi saya wan destkeftiyan me hêzên xwe yên leşkerî ava kirin ku herêmê ji êrişên dagirkeriyê diparêzin. Me xwe bi cîhanê da nasandin ku em dev ji mafên xwe bernadin û ger pêwîst bike, em ê bi hêzê û zorê mafên xwe bidest bixin."

Asya Cafer bang li welatparêzeran û gelê Kurd kir ku xwedî li tevgerê derkevin, ji ber ku rêya rastiyê ye û dê doza Kurd bi ser bixe û wiha axivî: "Gerîla hebin, em hene. Divê em layîqî fedakariyên wan bin, têkoşînê mezin bikin û li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin bikin."

(şx)

ANHA