Asya Abdullah: Hikûmeta Şamê bi saya berxwedana YPG/YPJ’ê liser piyan e

Hevseroka Giştî ya PYD’ê Asya Abdullah di 3’yemîn kongreya rêxistina partiya xwe ya Kantona Cizîrê de axivî û bal kişand ser êrişên hêzên Hikûmeta Şamê. Asya Ebdullah got: “Ger îro Hikûmeta Şamê li hin cihan kontrola xwe didomîne, ev bi saya berxwedan û têkoşîna YPG, YPJ’ê ye.”

Asya Abdullah: Hikûmeta Şamê bi saya berxwedana YPG/YPJ’ê liser piyan e
Asya Abdullah: Hikûmeta Şamê bi saya berxwedana YPG/YPJ’ê liser piyan e
Asya Abdullah: Hikûmeta Şamê bi saya berxwedana YPG/YPJ’ê liser piyan e
Asya Abdullah: Hikûmeta Şamê bi saya berxwedana YPG/YPJ’ê liser piyan e
Asya Abdullah: Hikûmeta Şamê bi saya berxwedana YPG/YPJ’ê liser piyan e
Asya Abdullah: Hikûmeta Şamê bi saya berxwedana YPG/YPJ’ê liser piyan e
Asya Abdullah: Hikûmeta Şamê bi saya berxwedana YPG/YPJ’ê liser piyan e
Asya Abdullah: Hikûmeta Şamê bi saya berxwedana YPG/YPJ’ê liser piyan e
Asya Abdullah: Hikûmeta Şamê bi saya berxwedana YPG/YPJ’ê liser piyan e
12 tebax 2024   11:43
QAMIŞLO

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) 3’yemîn kongreya xwe ya Kantona Cizîrê lidar dixe. Kongre bi dirûşmeya “Rêxistinbûn û parastin bingeha avakirina civaka siyasî, demokrat û azad e” bi beşdariya 350 delegeyên ji hemû bajar û bajarokên Kantona Cizîrê, li Salona Zana ya bajarê Qamişlo destpê kir. 

Piştî deqeyek rêzgirtinê û xêrhatina mêvanan Hevseroka Giştî ya PYD’ê Asya Abdullah axaftinek kir û şehîdên şoreşê bi bîr anîn.

Asya Abdullah diyar kir ku ew wek partî di pêvajoyeke pir girîng re derbas dibin û berpirsiyariyên dîrokî dikevin ser milê wan.

Di berdewamiya axaftina xwe de Asya Abdullah da zanîn ku PYD ji sala 2003’yan ve 21 sal e bênaver meşa xwe didomîne û bi saya şehîdên ku di oxira vê dozê de hatine dayîn, têkoşîn mezin bûye.

‘ERKA ME YA SEREKE’

Asya Abdullah bal kişand ku ew di vê têkoşîn, destkeftî û şoreşê de deyndarê Rêber Abdullah Ocalan in, her wiha deyndarên jin û ciwanên di vê oxirê de canê xwe feda kirine, deyndarên dayîkên şehîdan e.

Hevseroka Giştî ya PYD’ê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkên gelan di warê siyasî û rêxistinî de têkoşîneke bêhempa meşandiye, lê li hemberî wî ev 25 sal in tecrîdeke girankirî heye û got: “Rêber Abdullah Ocalan 25 sal in berxwedaniyek dîrokî nîşan dide. Di serî PYD, erka hemû kesî ye ku dijî tecrîdê têkoşînê bilind bikin, ev erka me ya sereke ye.”

‘EM Ê BI YEKÎTIYÊ DIJÎ ÊRIŞAN BISEKININ’

Asya Abdullah êrişên hêzên Hikûmeta Şamê yên li ser herêma Dêrazorê jî nirxandin û ji malbatên welatiyên hatine qetilkirin sersaxî xwest.

Hevseroka Giştî ya PYD’ê Asya Abdullah êriş şermezar kirin û axaftina xwe wiha domand: “Ger îro Hikûmeta Şamê li hin cihan kontrola xwe didomîne, ev bi saya berxwedan û têkoşîna YPG, YPJ û berxwedana Kobanê ye. Em ê bi yekîtiya hemû gelên xwe li dijî êrişan bisekinin.”

Piştî axaftinê, kongre ji çapemeniyê re girtî dom kir.

Li gorî bernameya kongreye, wê raporên xebatê yên 2 salan ên Kantona Cizîrê û Meclisa Jinan a PYD’a Cizîrê bên xwendin û erêkirin. Piştî axaftin û peyaman jî, dê hevserok û endamên meclîsa PYD’ê ya Kantona Cizîrê bên hilbijartin.

(bm-be/a)

ANHA