Li Minbicê çalakiyên bi boneya salvegera rizgarkirinê

Li kantona Minbicê bi boneya salvegera 8'emîn a rizgarkirina bajêr civîneke girseyî û hemleyeke paqijiyê li dar ketin.

12 tebax 2024   23:31
MINBIC

Îro Meclisa Xeta Rojava ya bajarê Minbicê bi boneya nêzîkbûna salvegera 8'emîn a rizgarkirina kantona Minbicê, ji çeteyên DAIŞ'ê, ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve civîneke girseyî li dar xist.

Di civînê de endamên Meclisa Xeta Rojava, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Nivîsgeha Rêxistina Koçberên Şehba û Efrînê, partiyên siyasî û şênî beşdar bûn.

Civîn li parka Beraim a navenda bajêr li dar ket.

Rêvebera Nivîsgeha Jinan a Meclisa Xeta Rojava Îlham Serdar ji ajansa me re diyar kir di civînê de geşedanên siyasî yên salên dawîn ji şêniyan re hatin şîrovekirin, her wiha got ew amadekariya lidarxistina şahiya salvegera rizgarkirinê dikin.

Hevseroka meclisê Sîham Hemdî jî destnîşan kir ku tevî gef û hedefgirtinên li dijî herêmê lê dîsa jî şêniyên Minbicê li ber xwe didin û ew ê ji bo parastina destkeftiyên xwe têkoşînê bidomînin.

CIWAN

Her wiha, bi heman boneyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Minbicê û Şaredariya Gel a Minbicê hemleyeke paqijiyê li kolanên bajêr li dar xist.

Di hemleyê de 20 endamên tevgerê beşdar bûn.

Hevserokê tevgerê Hesen Begarî diyar kir ku di salvegera 8'emîn a rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê de pêwistî bi girîngîdayîna jîngehê û paqijiyê ji bo pêşxistina bajêr heye.

Begarî bang wiha domand: "Hemleya me peyameke aşkera ya parastina destkeftiyên bi saya têkoşîn û fedakariyên me yên di van salan de pêk hatine. Her wiha ji bo karkerên paqojiyê jî piştgiriyeke moralê ye."

Begarî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Peyama me ya girîng ji vê hemleyê em di parastina paqijiyê de û bikaranîna enerjiyên xwe di avakirina pêşerojeke baş de bibin pêşengên ciwanên xwe."

(mh)

ANHA