Di êrişên îro de li Ebû Hemamê 14 kes birîndar bûn

Bîlançoya birîndarên êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî yên li ser gundewarê Dêrazorê bû 14.

Di êrişên îro de li Ebû Hemamê 14 kes birîndar bûn
12 tebax 2024   11:52
DÊRAZOR

Hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî îro dîsa gundewarên rojhilatê kantona Dêrazorê bi obîs û hewanan topbaran kirin. Li gorî agahiyên ku me destpêkê dabûn di êrişa li ser gundê Kişkiyê de 2 sivîl birîndar bûne.

Nûçegihana me ji herêmê ragihand ku di êrişa li ser taxa El Mewh a bajarokê Ebû Hemamê de 14 kes birîndar bûne.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên kantona Dêrazorê. Ji birîndaran navên Mahir El Marûf, Hemîd El Xilêf El Necim, Emar Salih El Elî, Mihemed El Emîn El Salih, Emar Salih El Ehmed hatin zanîn. Li gorî bijîşkên nexwexaneyan rewşa 2 birîndaran giran e.

Nûçegihana me diyar kir ku li bajarokê Ebû Hemam û Kişkiyê jî birîndar çêbûne, lê ji ber berdewama topbaranê tîmên rizgarkirinê nikarin xwe bigihînin wan.

(bb)

ANHA