YJŞˊê 2 dîlên hatine rizgarkirin gihandin Şengalê

YPJ’ê du jin û du zarok 1’ê Tebaxê ji destê DAIŞ’ê rizgar kiribûn, Îro YJŞ’ê zarokek keç û jineke ciwan ya rizgarkirî derbazî Şengalê kirin û bi merasîmekî radestê malbatên wan kir. Malbatên rizgarkiriyên ji destê DAIŞ’ê spasiya hêzên Rojava û bi taybet jî YPJ’ê kirin.

YJŞˊê 2 dîlên hatine rizgarkirin gihandin Şengalê
12 tebax 2024   23:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji dema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a bi ser civaka Êzidî de hatiye heya niha, bi sedan jinên Êzidî yên dîl ketine destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine û hîn jî têkoşîna ji bo rizgarkirina wan didomîne.

1ˊê Tebaxê di 10’emîn salvegera fermanê de 2 jinên ciwan û 2 zarok rizgar kirin. Ji bo ji bin bandora derûniya ku 10 sale dijîn derbikevin jî hewldaneke mezin dan. Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi şandeyekî derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn û du dîlên ji destê DAIŞ’ê rizgar bûne girtin û derbasî Şengalê kirin.

Tawaf Dawûd Çeto ya 24 salî ku di dema fermanê de temenê wê 15’e sal bû ji gundê Werdiyê yê Şengalê ye, Xunav Xelef a 10 salî ye û di dema fermanê de 3 mehî bû û ji gundê Koço ye, îro derbasî Şengalê hatin kirin. YJŞ’ê her du keç gihandin Şengalê û ji aliyê TAJÊ, malbatan û Rêveberiya Xweser ve hatin pêşwazîkirin.

 ‘QSD Bİ DİL Û CANÊ XWE KEÇÊN ME RİZGAR DİKİN’

Bi navê TAJÊ Endama Kordînasyona TAJÊ Şemê Remo axivî û wiha got: “Îro 2 keçên me xilas bûn. QSD’ê bi dil û canê xwe û xwîna xwe keç û xortên Êzidiyan rizgar dike. Em dibêjin, sed carî bixêr hatin û em ê jî wan radestî malbatên wan bikin.”

Dayika Xunav keçika ku 3 mehî bû dema kete destê çeteyan de axivî û spasiya her hêzekê kir ku ji bo rizgarkirina keçên Êzidî ked dane û wiha got: “Mala xwedê ava keçên me rizgar kirin û ji me re anîn. Mala her kesekî ava ku ji bo rizgarkirina keçên me ked dane. Qenciya wan ser serê me û em spasiya wan dikin.”

 ‘EZ SPASİYA YPJ’Ê DİKİM WAN EZ RİZGAR KİRİM’

Tewaf Dawid jina ciwan a 24 salî yek ji êsîrên ku xilas bûye, bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin axivî û ev peyam da: “Di serî de spasiya YJP’ê dikim ku piştî 10 salan min ji destê çeteyên DAIŞ rizgar kirin. îro bi saya vê hêzê ez gihiştim ser axa xwe û malbata xwe.  Spasiya mala Êzidiyan jî dikim û spasiya her kesekî ku ked da ji bo xilasiya me dikim. Spasiya min taybet ji bo wan hêza ye ku ji bo rizgariya me kedên taybet didin. Nikarim kêfxweşiya xwe îfade bikim…”

Xunav Xelef keça 10 salî bi yek hevokê hestên xwe anî ziman û got: “ YPJ’ê min xilas kiriye û ez gelek kêfxweşim”.

Piştî gihiştin malbatên xwe, girseya ku kom bûbû jî kêfxweşiya wan parvekirin û derbasê malên xwe bûn.