ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-08-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-08-2024
13 tebax, 2024   02:00

Şêniyên kantona Minbicê destnîşan kir ku bi saya têkoşîna gelan dê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin.

Malbatên şehîdên HPG`ê destnîşan kir ku ragihandina têkoşîna çekdarî di 15`ê Tebaxê de û teqandina fîşeka yekemîn li dijî dijmin, ji bo zordest û dagirkeran hişyariyek bû. Malbatan di heman demê de bang li gelê Kurd û Kurdistanê kir ku xwedî li têkoşîna HPG`ê derkevin û destkeftiyên wê biparêzin.

Şêniyên kantona Dêrazorê destnîşan kir ku êrişên çekdarên komên girêdayî hikumeta Şamê yên li dijî herêmên wan, xelekek nû ji komkujiyên li dijî gelê Sûriyeyê û berdewama siyasetên çewisandinê ye.

Damezirînerê Koma Agirî ya Helebê Menan Heskulik bi gotina "Meşandina têkoşîn û berxwedanê li kêleka çand û hunerê, reng dide şoreşê" rola komê di şoreşa li çiyayên Kurdistanê de vegot.  

Şêx û rûspiyên eşîrên bajarên Girkê Legê, Dêrik, Çilaxa û Til Koçer ên kantona Cizîrê der barê êrişên koma Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hikumeta Şamê li pêş Navenda Çandê ya bajarokê Rimêlanê daxuyaniyekê didin, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrîn û Şehbayê li hola Serdem a bajarokê Ehdasê panelekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê kantona Efrîn û Şehbayê cenazeyên şervanên HREˊyê şehîd Mihemed û Botan Efrîn li Goristana Şehîd Zozan Amanos oxir dike, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi boneya 40ˊemîn Pêngava 15ˊê Tebaxê li hola Star Layt a li herêmê Şiqeyêf a taxa Şêxmeqûs a Helebê civînekê li dar dixe, saet 19:00ˊan, her wiha Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li pêş navenda xwe ya li beşa rojava ya taxa Şêxmeqûsdê çalakiyekê li dar dixe, saet 19:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)