Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Dawî li tecrîdê bînin

Malbatên girtiyan li ber girtîgehan li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan civiyan û banga bidawîkirina tecrîdê kirin.

Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Dawî li tecrîdê bînin
12 tebax 2024   23:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Malbatên girtiyan di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirgirêka kurd re çareserî" çalakiya "Deng bide azadiyê" ku li gelek bajaran dabûn destpêkirin îro jî berdewam kir. Di çalakiyan de malbatên girtiyan û siyasetmedaran bal kişand ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan binpêkirinên mafên girtiyan. 

EDENE

Bi pêşengiya malbatên girtiyan jî bi beşdariya nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî li ber Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê daxuyanî hat dayîn û çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê, rêveberên HDK, DBP, DEM Partî û AYKAY-DER'ê tev li çalakiyê bûn. 

Polîsan bi beriyan ber girtîgehê dorpêç kir û destûr neda girse biçe ber girtîgehê. Girseyê li cihekî nêzî girtîgehê ji wesayîtan peya bûn û bi berzkirina dirûşmeyan û lîlandinê ber bi girtîgehê ve meşiya. Polîsan pêşî li girseyê girt û di dorpêça polîsan de daxuyanî hat dayîn.

Hevserokê DEM Partiya Edeneyê Seyfettîn Aydemîr li ser navê malbatan axivÂi û diyar kir ku girtîgeh veguherîne navêndên binpêkirina mafên mirovan û hemû mafên bingehîn ên girtiyan tên astengkirin. Aydemîr destnîşan kir ku desthilatdariya AKP’ê tecrîdê wek rêbazek “îşkenceyê” bikar tîne û xwest demildest dawî li tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên li girtîgehan bê anîn û got: “Em carek din dibêjin tecrîdê rakin.”

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

ÎZMÎR 

komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û malbatên girtiyan, li ber Girtîgeha Kiriklara Îzmîrê kom bûn 3u çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Pankart hat vekirin û dirûşm hatin berzkirin.

Hevseroka DEM Partiya Îzmîrê Vezan Karabulut axivî û bi bîr xist ku li girtîgehan tecrîd berdewam dike û şert û mercên girtiyan girantir bûne. Karabulut destnîşan kir ku heta ku tecrîda li Îmraliyê û polîtîkaya tecrîdê li girtîgehan bi dawî bibe, dê çalakiyên xwe bidomînin.