Bi 3 fuzeyan gundê Muhsinlî hat hedefgirtin

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundê Muhsinlî bi 3 fuzeyên hedef girt.

Bi 3 fuzeyan gundê Muhsinlî hat hedefgirtin
12 tebax 2024   19:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi 3 fuzeyan gundê Muhsinlî hedef girt û keşifeke biçûk xwe teqand.

Di heman demê de gundê Hoşeriyê jî bi guleyên hawanan hat topbarankirin.

Di encama van êrişên bi çekên giran zirarên madî çêbûn.

(fr)