Gerîlayên HPG û YJA-STAR'ê bi coşeke mezin 15'ê Tebaxê pîroz kirin

Salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmeke bi heybet hate pîrozkirin.

Gerîlayên HPG û YJA-STAR'ê bi coşeke mezin 15'ê Tebaxê pîroz kirin
13 tebax 2024   09:59
NAVENDA NÛÇEAYN

Ji bo pîrozkirina salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li çeperên gerîlayên azadiya kurdstanê pîrozbahiyeke bi heybet hate lidarxistin.

Gerîlayên di çeperan de peyameke mezin dan dewleta Tirk a dagirker. Yek ji fermandarên HPG'ê Baran Ararat li pîrozbahiyê axivî.

Fermandar Baran Ararat di destpêka axaftina xwe de di şexsê fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) de şehîdên şoreşê hemû bi bîr anî û salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîla û gelê Kurd ê welatparêz pîroz kir. Fermandar Ararat destpêkê li ser wate û girîngiya pêngavê axivî û got, "Em 40 salên vê pêngava dîrokî li pey xwe dihêlin û derbasî sala 41'ê dibin. Wateya esasî ya vê pêngavê ew e ku fîşeka yekemîn li mejiyê koledar hatiye xistin."

Fermandar Baran Ararat bi dewamî got, "Di nava van 40 salên derbasbûyî de wateya bingehîn a pêngava 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd û gelê bindest fîşeka destpêkê li mejiyê bindestiyê xistin bû.

Fîşeka destpêkê ya pêngavê ne tenê li hemberî dagirkeriyê bû. Heman demê li hemberî xiyaneta navxweyî, li hemberî xwefirotina ji dijmin hate xistin. Ev pêngav ne tenê pêngaveke leşkerî bû. Ev pêngav bû hêza fikir, birdozî û felsefî ya gelê Kurd.

Ev meşa azadiyê bi hevalê Egîd destpê kir, bi hevalê Erdal Sîncer dewam kir û îro bi keda hezaran şehîdên me yê qehreman didome.

Vê pêngavê nîşan da ku mirov li hemberî dagirkeran çawa dikare şer bike û azad bibe. Bêyî ku pişta xwe bide kesekî din dikare bi hemû şêweyên êrîşan re şer bike û têk bibe.

Li ser vê esasê heval dizanin; roja me ya îro êrîşên li hemberî axa Kurdistanê û Rojhialta Navîn têne kirin êrişên bê îradekirinê ne, êrişên teslîmgirtinê ne. Yê li hemberî vê îro têdikoşe gerîlayên HPG û YJA-STAR û gelê me yê welatparêz e. Pêşengtiya qebûlnekirina dagirkeriyê û pêşengtiya qebûlnekirina talan û înkarê ev hêz dike. Ev hêza azadiyê xwe ispat kiriye. Vaye îro ji hemû neteweyan ciwan tevlî vê meşa azadiyê dibin. Ev pêşengtî di hemû aliyan de hêz û coşeke mezin diafirîne û moraleke mezin dide.

Îro li Herêmên Parastinê yên Medyayê û li hemû qadan em di şerekî bêhempa de ne, li hemberî dagirkeriyê. Bi ruhê pêngava 15'ê Tebaxê çawa ku heta roja me ya îro me ev dijmin li bin xist, ji îro û pê ve jî em ê şerekî dîrokî bidin meşandin û bersiva pêwîst bidin dijminê dagirker.

Li ser vê esasê em Pêngava 15'ê Tebaxê careke din li Serok Apo, li hemû hevalan û li gelê me yê welatparêz pîroz dikin."

Piştî merasîma leşkerî gerîlayên HPG û YJA-STAR'ê bi coşeke mezin dîlana azadiyê gerandin. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.