YRJ’ê kampanyaya ‘Na ji Darvekirinê Re’ ragihand

YRJ’ê li dijî birayarên darvekirinê yên ji aliyê rêjîma Îranê ve derbarê rojnamevan û çalakvanên jin de hatine dayîn, kampanyaya “Na ji Darvekirinê Re” da destpêkirin.

YRJ’ê kampanyaya ‘Na ji Darvekirinê Re’ ragihand
YRJ’ê kampanyaya ‘Na ji Darvekirinê Re’ ragihand
YRJ’ê kampanyaya ‘Na ji Darvekirinê Re’ ragihand
YRJ’ê kampanyaya ‘Na ji Darvekirinê Re’ ragihand
12 tebax 2024   11:16
QAMISLO

Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) derbarê cezayê darvekirinê ku ji aliyê dadgehên Îranê ve li rojnamevan û çalakvanên jin Şerîfa Muhemedî û Pexşan Ezîzî hatiye birîn de, li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi zimanê kurdî Endama Desteya Rêveber ya YRJ’ê Newroz Demhat bi zimanê Erebî Berdevka Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) Arîn suwd ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Îranê ev nîv sed sale bi bîrdoziyeke olperest û tundrew, zîhnîyeteke mêrsalarî hemû mafên jinan, kes, civak û gelê Îranê di tepisîne.

Bal hat kişandin ku Îran bi pergala xwe ya zayendîperest û olperestiyê jinan û gelên Îranê ji hemû mafan bêpar dihêle, lê civaka Îranê li beramberî vê rejîma zordest bi pêşengiya jinan tu carî dest ji serhildan û daxwaza azadiyê bernedaye û hat gotin: “Gel ne ji darvekerinê, ne jî ji zindanîkirinê paşve gav ne avêt, rejîma Îranê nekarî hêz û vîna gelê têkoşîner bişikîne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin dewletên ku bingeha xwe li ser demokrasî, azadî, edalet û wekheviyê ava nekirine, ne mumkune di di sedsala 21’emîn de xwe li ser lingan bigirin û wiha hat domandin: “Bi taybet li Rojhilata Navîn mînakên vê yekê gelek in; tişta bi serê dewletên cîran hatiye, ji Îranê jî ne dûr e. Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nîşaneya vê rastiyê ye. Dibe ku rêjîma Îranê îro bêjê ‘min karî vê serhildanê bi temirînim’, lê bi tu awayî nikare agirê di dilê azadîxwazan de pê ketiye vemirîne. Nikare jinên guliyên xwe di oxira azadiyê de jê kirine bêdeng bike. Helbet wê rojekê jin tola wan guliyên sembola stûna jiyana wan, ji vê pergalê rakin. Rêjîma Îranê neçare xwe biguherîne; heke deriyê xwe ji bo guhartinên demokratîk, azad û wekheviyê re veneke, wê her ku biçe birize û ji hev belav bibe.”

‘HÊZ Û VÎNA AZAD BI DARVEKIRINAN NAYÊ ŞIKANDIN’

Di berdewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku rêjîma Îranê di 4’ê Tîrmehê (2024) de biryara darvekirinê derbarê çalakvan Şerîfe Muhemmedî û 24’ê Tîrmehê de jî li dijî çalakvana mafên jinan û rojnamevan Pexşan Ezîzî heman biryar daye û ev nirxandin hat kirin: “Bi hezaran jinên têkoşêr niha li zindanên rêjîma Îranê di bin îşkenceyên giran de ne. Tevî hemû îşkenceyên fizîkî, derûnî jî ji daxwazên xwe tawîz nadin û li beramberî rêjîma Îranê ya qirker çong danaynin. Werîşe Muradî, Şerîfe Muhemmedî û Pexşan Ezîzî jî ev jinên ku bi gefên darvekirinê ji doza xwe nayên xwarin, Werîşe Muradî di parêznameya xwe de û Pexşan Ezîzî jî di nameya xwe de armanc û israra xwe ya di azadiyê de gelekî berfireh vegotine.”

BIRYARA DARVEKIRINÊ ŞERMEZAR KIRIN

Di daxuyaniyê biryara darvekirinê ya li dijî çalakvanên jin Şerîfe Muhemmedî û Pexşan Ezîzî hat şermezarkirin û hat gotin ku ev biryar li dijî hemû zagonên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan û rojnamevanan e.

 KAMPANYA HAT DESTPÊKIRIN

Li hemberî kiryarên dewleta Îranê û dayîna cezayê darvekirinê di daxuyaniyê de hat ragihandin ku YRJ bi dirûşmeya “Na Ji Darvekirinê Re” kampanyaya îmzeyan dide destpêkirin û têkildarî kampanyayê ev agahî hatin parvekirin: “Em ê piştgiriya xwe ji bo jinên têkoşêr yên wek Werîşe, Pexşan û Şerîfe bi rêya komkirina îmzeyan nîşan bidin. Kampanyaya me ya îmzeyan wê 12`ê Tebaxê (Îro) dest pê bike û heta 19`ê Tebaxê berdewam bike. Em daxwaz ji hemû rêxistinên mafên mirovan, tevgerên jinan û rexistinên rojnamevanan dikin ku piştgirî bidin kampanya me û bi me re bibin dengê jin û civaka azadîxwaz ya Îranê.”

BANGA RAKIRINA BIRYARA DARVEKIRINÊ

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî, mafên mirovan û sendîkayên rojnamevanan hat kirin ku ji bo betalkirina biryara darvekirinê di nava liv û tevgerê de bin, li dijî kiryarên dermirovî, binpêkirin û komkujiyên li dijî jin û tevahî civakê têbikoşin, hesabê ji sûcdaran bixwazin.

(sb/a)

ANHA