Nasnameyên du şervanên HRE’yê yên şehîd hatin aşkerakirin

HRE’yê ragihand ku ji şervanên wê Botan Efrîn û Behdîn Efrîn  12’ê Tebaxê şehîd bûne û diyar kir ku "Hevrêyên me Botan Efrîn û Behdîna Efrîn jî du hevrêyên dilwêrek û fedaiyê xaka xwe bûn ji bo parastina destekeftiyên nirxên şoreşê li herêma Efrînê kar û xebatên xwe didan meşandin."

Nasnameyên du şervanên HRE’yê yên şehîd hatin aşkerakirin
13 tebax 2024   09:32
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê nasnameyên du şervanên xwe yên şehîd aşkera kirin.

Daxuyaniya HRE’yê ya der barê şehadeta her du şervanan de wiha ye;

Em rêhevalên xwe Botan û Behdîna bi rêzdarî bibîr tînin

Gelê me yê Efrînê ku di destpêka meşa azadiyê de bi dayîna berdelên giranbiha ve, bi têkoşîn û berxwedaniya ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşê tê raberkirin, bû israra jiyana bi rûmet û welatparêziyê de. Hevrêyên me Botan Efrîn û Behdîna Efrîn jî du hevrêyên dilwêrek û fedaiyê xaka xwe bûn ji bo parastina destekeftiyên nirxên şoreşê li herêma Efrînê kar û xebatên xwe didan meşandin. Di dîroka 12’ê Tebaxa 2024’an de li herêma Efrînê, di navbera tîmeke me û dijminê dagirker de şer û pevçûn derket. Di encama pevçûnê de rêhevalên me Botan û Behdîna Efrîn şehîd bûn.

Hevrêyê me Botan, li bajarê Efrînê, di nava malbatekî bi çanda welatparêzî û Kurdayetiyê ve girêdayî tê mezinkirin. Di temenê xwe yê ciwantiyê de rastî û heqîqeta êriş û polîtîkayên qirkirin û îmhayê yên dijmin ku li ser gelê me tê meşandin ferq dike û ji ber van sedeman berê xwe dide nava refên şoreşê. Ji destpêka şoreşê de li hember çeteyên dagirker û hov ên ku para xwe ji mirovahiyê negirtine di cih û demên cûda de bi erk û wezîfeyên şoreşê radibe. Bi taybetî di sala 2016’an de cihê xwe di pêngava rizgariyê ê Şehbayê û di sala 2018’an de dema êrişa li ser Efrînê de li hemberî her awayî kiryarên dijmirovî yên hêzên çete, li hemberî dagirkeriya Tirk  şerê parastinê dide meşandin. Hevrê Botan dît ku yekane vê daxwaza xwe pêk bîne û ji  kiryarên dijmin re bibe bersiv bi tevlîbûna nava refên hêzên me ve daxwazê xwe pêk bîne. Rêheval Botan ji roja ku tevlî bûye bi ked û fedakariya xwe ve têkoşînekî bê hempa, bi coş û kelecanîyeke mezin tevlîbûnekî xurt da raberkirin.

Hevrê Behdîna Efrîn ew jî mîna hevrê Botan Efrîn li bajarê Efrînê di malbatekî girêdayî çand û kevneşopiya xwe ve mezin dibe, hîn di biçûkatiya xwe de, ji ber tevlîbûna malbatê ê nava refên têkoşîna azadiyê nas dike. Dema ku şoreşa azadiyê ya Rojava destpê kir, ew jî berê xwe dide nava refên şoreşê. Ji pêngava rizgarkirina Şehba heta şerê Berxwedana Serdemê cihê xwe di çeperên berxwedan û rûmetê de digire. Bi taybetî piştê gelê me neçariyê koçberiyê ê deverên cûda hate kirin carekî din jî hevrê Behdîna Soza xwe nû dike û berê xwe dide nava refên Hêzên Rizgariya Efrînê û di çeperên şer de cihê xwe digire. Hevrê Behdîna ji roja ku tevlî bûye heya kêliya xwe ya dawî erk û peywirên ket li ser milê xwe pêk anî.

Hevrêyên me Botan û Behdîna carekî din jî bi temenên xwe yê ciwantiyê yên herî bedew ve  diyarkirin ku êrîşa dijmin ên li ser nirxên me ji ku derê tê bila bê wê ciwanên xwedî bi rûmet li wê derê bin. Em wek Hêzên Rizgariya Efrînê soz didin ku heta vê armanca hevalên xwe yên şehîd pêk bînin, em ê têkoşîna xwe bênavber dewam bikin. Li ser van esasan, em di  serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe ên şehîd û hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Botan Efrîn

Nav û Paşnav: Ebdirehman Ehmed

Navê Dayikê: Fatme

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 12’ê Tebaxa 2024

Nasnav: Behdîna Efrîn

Nav û Paşnav: Mihemed Tenbel

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Mihemed  

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 12’ê Tebaxa 2024."

(bb)