ˊKomkujî xelekek ji siyaseta plankirî yeˊ

Şêniyên kantona Dêrazorê destnîşan kir ku êrişên çekdarên komên girêdayî hikumeta Şamê yên li dijî herêmên wan, xelekek nû ji komkujiyên li dijî gelê Sûriyeyê û berdewama siyasetên çewisandinê ye.

ˊKomkujî xelekek ji siyaseta plankirî yeˊ
13 tebax 2024   05:35
DÊRAZOR
FATME EL EBID

Şêniyên gundewarê rojhilat ê kantona Dêrazorê êriş û komkujiyên çekdarên koma Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hikumeta Şamê yên li dijî herêmê şermezar kirin.

Çekdarên wan koman ji nuqteyên xwe yên gundewarê Meyadîn û Bokemal û herêma Eşara li dijî bajarokên Zîban, Şihêl, Teyane, Dernec, Letwe, Ebû Herdob, Ebû Hemam, Xeranîc, Bisêra û gundên wan êrişên bejayî bi guleyên obîs û hawnan pêk tînin.

Welatiyê bi navê Xelîl El Hindawî yê ji rojhilatê Dêrazorê ji ajansa me re diyar kir ku herêmên wan bi awayekî ketober tên topbarankirin ku di encamê de zarok û sivîl tên qetilkirin.

El Hindawî wiha domand: "Me bi çavê xwe komkujiya ku koma Dîfa El Wetenî li dijî bajarokê El Dehle pêk aniye dît. Ev komkujî jî siyaseta hikumeta Şamê ya li dijî gelê Sûriyeyê nîşan dide."

El Hindawî destnîşan kir ku ew çekdar mafên mirovan binpê dikin û sûcên dermirovî dikin.  Pêwist e civata navneteweyî van sûcan şermezar bike.

El Hindawî bang li civata navneteweyî kir ku bi awayekî lezgîn van sûc û binpêkirinan rawestîne û sivîlên rojhilatê Dêrazorê biparêze. El Hindawî piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re nîşan da û berteka xwe ya redkirina vegera hêzên hikumeta Şamê li herêmê, nû kir.

Salih El Elî yê ji rojhilatê Dêrazorê diyar kir ku ev êriş bi armanca derxistina fitneyê, têkbirina aramî û ewlehiya herêmê û rêgirtina li ber pêşketina herêmê ne.

El Elî got: "Komkujiya ku çekdarên koma Dîfa El Wetenî pêk aniye berdewama sûcên li dijî gelê Sûriyeyê û xelekek ji siyasetên plankirî ya bi armanca tevliheviya herêmê ye.."

El Elî destnîşan kir ku şêniyên herêmê li hemberî van êrişan xwedî yek helwestê ne û ew amade ne li hemberî terorê jî bisekinin.

Rûspiyê gundewarê Dêrazorê Mehmûd El Salih jî ji ajansa me re diyar kir ku êrişên koma Dîfa El Wetenî kiryarên terorî û binpêkirina mafên mirovan in û got: "Berxwedana gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha ev êriş têk birine, ew jî bi rêya hêzên QSD'ê.

EL Salih rola lehengiyê ya QSD'ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn silav kir û diyar kir ku ew bi hêz û îradeya hêzên leşkerî ji bo têkbirina hewldanên derxistina tevliheviyê, bawer in.

(mh)

ANHA