ˊHemas ji bo beşdariya dan û standinan li benda bersiva Îranê yeˊ

Çavkaniyên Filistînî diyar kir ku Hemas di dan û standinên agirbestê yên roja pêncşema bê de beşdar nabe û ew li benda bersiva Îranê ya li hemberî hedefgirtina Heniye ye.

ˊHemas ji bo beşdariya dan û standinan li benda bersiva Îranê yeˊ
12 tebax 2024   21:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên Misrî şansên serketina dan û standinên ku dê di çend rojên bê de ji bo agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de çêbibin, kêm kirin.

Çavkaniyan diyar kir ku îradeyeke siyasî li cem Îsraîlê ji bo pêkanîna lihevkirinekê tune ye. Her wiha çavkaniyan got rewşa şopandina bersiva Îranê û hevalbendên wê têkildarî suîqastkirina Heniyê jî heye.

Her wiha, çavkaniyên şopîner ji tora Fox News a Amerîkayî re diyar kiribû ku têkildarî êrişa Îranê li dijî Îsraîlê di çend saetên bê de fikareke mezin heye.

Girêdayî wê, çavkaniyên Filistînî ji Sky News Arabia re ragihand ku Hemas di dan û standinên agirbestê yên roja pêncşemê de beşdar nabe û ew ê li benda bersiva Îranê ya li hemberî hedefgirtina Heniye bimîne.

(mh)