Ji Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê çalakiya tohildanê

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ji ber komkujiya li gundên Dehle û Cidêdet Begara çalakiyeke tolhildanê li dar xist. Di çalakiyê de 20 çekdarên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Ji Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê çalakiya tohildanê
12 tebax 2024   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo şehîdên komkujiyên Dehle û Cidêdet Begara ku hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî pêk anîbû, çalakiyeke tolhildanê li dar xistiye.

Daxuyaniya Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ya der barê çalakiyê de bi vî rengî ye:

“Ji bo tolhildana şehîdên komkujiyên Dehle û Cidêdet Begara ku hêzên rejîma Sûriyeyê û çeteyên Dîfa El Wetenî pêk anîbû, ji bo tevahî şehîdên sivîl û leşkerî, Hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê çalakiyeke tohildanê ya berfireh pêk anî.

Çalakî li dijî 3 nuqteyên hêzên hêzên rejîmê û çeteyên wê yên li rojavayê çemê Firatê hat kirin. Di encamê de 18 endamên rejîmê hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn. Di çalakiyeke suîqastê ya hêzên me de 2 endamên din jî hatin kuştin. Hêzên çalakiyê 11 çekên kalaşnîkov û miqdareke alavên leşkerî desteser kirin.

Di çalakiyê de nuqteyên rejîmê yên li gundên Keşma, Bûleyl û Tob ên li aliyê rojavayê çemê Firatê (rojhilatê Dêrazorê) ku jê êrişî herêmên me dikirin, hatin serdestkirin. Armancên çalakiyê pêk anîn û hêzên me bi ewlehî vegeriyan baregehên xwe.

Hêzên rejîma bi armanca tolhildana ji helwesta gel a ku siyaset û êrişên wê red dikin, van êrişan dikin. Em hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê diyar dikin ku ev çalakî hişyarî ji bo hêzên rejîmê û milîsên wê ne ku eger sûcên xwe li dijî gelê me û herêma me ya Dêrazorê bidomînin, em ê mafê parastina rewa bi kar bînin.

Em şervanên xwe yên beşdarî çalakiya tolhildanê bûbûn, silav dikin. Baweriya me bi hêza şervanên me heye ku eger êriş bêne kirin dê karibin xwe bigihînin nuqeteyên leşkerî yên rejîmê û milîsên wê."

(bb)