Çîroka jineke kedkar a ji Amûdê

Celîla Xelîl roja xwe bi karê dirûtina cilan, xebata xwe ya di nava Kongra Star û Mala Jinan de û çalakiyên xwe yên hunerî yên bi Koma Şehîd Rîhan a dîlanê re derbas dike.

Çîroka jineke kedkar a ji Amûdê
Çîroka jineke kedkar a ji Amûdê
Çîroka jineke kedkar a ji Amûdê
Çîroka jineke kedkar a ji Amûdê
Çîroka jineke kedkar a ji Amûdê
Çîroka jineke kedkar a ji Amûdê
Çîroka jineke kedkar a ji Amûdê
Çîroka jineke kedkar a ji Amûdê
Çîroka jineke kedkar a ji Amûdê
Çîroka jineke kedkar a ji Amûdê
5 mijdar, 2025   07:25
QAMIŞLO
SÎMAV MEHMÛD

Celîla 55 salî ye, odeyeke mala xwe ya li bajarê Amûdê veguherandiye kargeheke dirûtinê, di pêvjoya 20 salan de bi biryardarî û hezkirin karê xwe dewam kiriye û debara malbata xwe dike.

Celîla her wiha karê dirûtinê fêrî gelek jin û jinên ciwan kiriye û piştgiriya wan kiriye ku xwe pispêrin keda xwe.

Ji bilî karê xwe ya dirûtinê, Di destpêka şoreşê de jî cihê xwe di nava xebatên avakirina rêxistinên jinan de girtiye. Berî destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê (2012) jî di nava çalakiyên jinan de cih girt. Di wê demê de, wê dest bi têkoşîneke dirêj a ji bo azadiya jinan û civakê kir. Ew yek ji endamên damezirîner ên Kongra Star bû û bi salan li wir xebitî. Her wiha piştî avakirina komîn û meclisan li bajarê Amûdê ew tev li vê xebatê jî bû.

Heta roja îro, Celîla endameke çalak a Kongra Star e, bi coş tev li çalakiyan dibe. Yek çalakiyên berbiçav ku di bîra Celîlayê de maye, tevlêbûna wê ya pêvajoya berxwedana bendava Tişrînê bû. Di wê berxwedanê de girêdana xwe bi doza parastina ax, jinan û jiyaneke azad ve nîşan da.

Celîla Xelîl her wiha endama Koma Govendên Gelêrî ya Dayikan e, di nava Koma Şehîd Rîhan de ye.

‘JIN XWEDÎ ÎRADEYEKE MEZIN IN’

Celîla Xelîl der barê xebatên xwe de got: "Jin xwedî îradeyeke mezin in û dikarin bi xwe bawer bin. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mînaka herî baş a vê yekê ne. Bi saya Rêveberiya Xweser a Demokratîk, jinan hêza xwe nas kir, cihê xwe di hemû beşên jiyanê de girt û bûne hevkarên birêvebirina civakê.”

(k)

ANHA