Koçberên Serêkaniyê hewlên kirîna milkên wan şermezar kirin

Koçberên ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo kirîna milk û erdên wan şermezar kirin. Koçberan bang li saziyên navneteweyî kir ku berpirsiyariyên xwe yên qanûnî û mirovî pêk bînin, dagirkeriyê bi dawî bikin û vegera ewle ya koçberan bi cî bînin.

Koçberên Serêkaniyê hewlên kirîna milkên wan şermezar kirin
Koçberên Serêkaniyê hewlên kirîna milkên wan şermezar kirin
Koçberên Serêkaniyê hewlên kirîna milkên wan şermezar kirin
Koçberên Serêkaniyê hewlên kirîna milkên wan şermezar kirin
8 îlon, 2025   15:09
HESEKÊ

Meclisa Kampa Serêkaniyê ya koçberan, ku li gundewarê bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê ye, der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi taybet hewldanên kirîna milk û erdên welatiyên Kurd ên ku bi zorê ji bajarê xwe hatine koçberkirin de, daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan şêniyên kampê û endamên rêxistinên civaka sivîl, ji hêla endama Meclisa Jinan a kampê Senaa Ehmed Hisên ve li ber konê rêveberiya kampê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hewldanên kirîna milk û erdên kesên bi zorê koçber bûne kiryareke neqanûnî ye, armanca wê guhertina demografî û dîroka gelên resen wekî Kurd, Suryanî, Asûrî û Ereb e. Her wiha hişyarî da ku her firotin an kirîna di bin şert û mercên dagirkeriyê de ne kiryareke qanûnî ye.

Daxuyaniyê bal kişand ku li navendên saziyên sivîl ên li bajarê dagirkirî, alên Tirkiyê, sembla bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê û ala Pakistanê hatine daliqandin û da zanîn ku ev sazî ji hêla îstîxbarata Tirkiyê û çeteyên wê ve têne birêvebirin.

Koçberan di daxuyaniya xwe de polîtîkayên êrişkar ên Tirkiyeyê şermezar kirin û bang li saziyên navneteweyî kir ku berpirsiyariyên xwe yên yasayî û mirovî bi cih bînin û ji bo bidawîkirina dagirkeriyê û vegera ewle ya koçberan tavilê tedbîran bigirin.

Koçberan piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmên "Na ji tundî û zilmê re, na ji firotina milkên xelkê Serêkaniyê re, na ji bicihkirina çeteyan li Serêkaniyê re" berz kirin.

(k)