Hevserokên komînên Şedadê daxwazên şêniyan ji civîna meclisê re veguhastin

Hevserokên komînên bajarê Şehdadê û gundewarê wê daxwazên şêniyan rakirin civîna ku Meclisa Bajêr li dar xistiye. Şêniyan daxwaza pêkanîna xebatên xizmetguzariyê kir.

Hevserokên komînên Şedadê daxwazên şêniyan ji civîna meclisê re veguhastin
Hevserokên komînên Şedadê daxwazên şêniyan ji civîna meclisê re veguhastin
Hevserokên komînên Şedadê daxwazên şêniyan ji civîna meclisê re veguhastin
Hevserokên komînên Şedadê daxwazên şêniyan ji civîna meclisê re veguhastin
Hevserokên komînên Şedadê daxwazên şêniyan ji civîna meclisê re veguhastin
Hevserokên komînên Şedadê daxwazên şêniyan ji civîna meclisê re veguhastin
Hevserokên komînên Şedadê daxwazên şêniyan ji civîna meclisê re veguhastin
Hevserokên komînên Şedadê daxwazên şêniyan ji civîna meclisê re veguhastin
Hevserokên komînên Şedadê daxwazên şêniyan ji civîna meclisê re veguhastin
8 îlon, 2025   14:52
HESEKÊ

Meclisa Bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê ji hevserok û komîteyên komîbnên bajêr re li hola meclisê civînek li dar xist. Di civînê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê Mihemed El Berak amade bû.

Di civînê de El Berak rewşa siyasî ya Sûriyeyê bi hûrgilî şîrove kir, behsa diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê kir. El Berak destnîşan kir ku armanca diyalogê aştî û îstîqrar li tevahî Sûriyeyê misoger bibe.

El Berak girîngî da yekitî û hevkariyê di navbera gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û divê gel li dijî komployên li ser herêmê bisekinin û got komîn di vê yekê de roleke girîng dilîzin.

El Berak bang li hevserokên komîn û endamên komîteyên wan kir ku di hişyarkirin û arastekirina civakê de rola xwe bilîzin, pêdiviyên civakê pêk bînin, pirsgirêkên wan çareser bikin.

Di dawiyê de li daxwazên şêniyan ên ji hêla komînan ve hatine pêşkêşkirin hate guhdarîkirin. Di daxwazan de girîngî der barê başkirina rewşa debarê, sererastkirian rêyan bi taybet rêyên gundên Şedadê, pêkanîna xebatên sererastkirina kanalîzasyonan û avakirina holên ji bo civînên gel û komînan li gundan.

(fr)

ANHA