Bi armanca lidarxistina konferansa giştî Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan civiya

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Qamişlo civîna xwe ya salane li dar xist. Ev civîn bi armanca amadekariya lidarxistina konferana giştî ya meclisê hat organîzekirin.

Bi armanca lidarxistina konferansa giştî Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan civiya
Bi armanca lidarxistina konferansa giştî Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan civiya
Bi armanca lidarxistina konferansa giştî Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan civiya
Bi armanca lidarxistina konferansa giştî Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan civiya
Bi armanca lidarxistina konferansa giştî Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan civiya
Bi armanca lidarxistina konferansa giştî Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan civiya
8 îlon, 2025   15:23
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê, civîna xwe ya salane bi beşdarbûna hejmarek zêde ya dayîk, xwişk, hevjîn û keçên şehîdan li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê li dar xist.

Paşê endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Cewahir Osman axivî û bal kişand ser rewşa siyasî û civakî ya jinan û giringiya beşdarbûna jinan di çêkirina biryara siyasî de anî ziman.

Cewahir Osman banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan bibîr xist û domadina tecrîdê, her wiha bêhelwestiya dewleta Tirk bi tundî rexe kir.

Cewahir Osman, peymana 10’ê Adarê ya di navbera Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Serokê Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri de hatiye îmzekirin, bibîr xist û diyar kir ku: “Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê di pêkanîna xalên peymanê de xwe dide paş. Rêveberiya Xweser baştirîn nimûneya serkeftî ku dikare xizmeta gelê Sûriyeyê û pêşeroja wî bike.”

Cewahir Osman di dawiya axaftina xwe de jî bal kişand ser giringiya rola jinan di hemû qadan de û got ku jin şirîka sereke ya pêkanîna aştiya li herêmê ye.

Di berdewama civînê de beşdaran nîqaş dan destpêkirin. Di nava nîqaşan de mijarên wekî vegera koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî. Di heman demê de behsa rewşa kampan û zehmetiyên jiyanî yên li wir têne jiyankirin, hat kirin.

Beşdaran daxwaz kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan were rakirin û rê were dayîn ku Rêbert Apo serkêşiya xebatên pêkanîna Banga Aştî û Civaka Demokratîk bike.

Ev civîn di çarçoveya rêzecivînên amadekirina konferansa giştî ya Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan de bi rê ve çû.

(dc)

ANHA