Li Amed û Îzmîrê meş û daxuyanî

Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Karabaglar a Îzmîrê êrişên li ser Rojava bi daxuyaniyekê şermezar kirin, li Amedê jî bi meş û çalakiyên dengderxistinê piştevanî hat kirin.

Li Amed û Îzmîrê meş û daxuyanî
27 ÇILE, 2026   22:59
NAVENDA NÛÇEYAN

ÎZMÎR

Tevgera Jinên Azad (TJA) li taxa Ali Fuat Erden a navçeya Karabaglar a Îzmîrê daxuyaniyek da, Di daxuyaniyê de pankarta ‘Rojava berxwedan e, azadî ye, nayê teslîm girtin’ hate vekirin. Dovîzên ‘Li cem Rojava bin’ hatin bilind kirin û dirûşmeyên “Yek e, yek e, gele Kurd yek e”, “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Daxuyaniyê ji hêla aktîvîsta TJAˊyê Emine Bozdag ve hat xwendin.

Emîne Bozdag daxuyaniyê de diyar kir ku di dîroka têkoşîna azadiya jinan ya Rojhilata Navîn de, destkeftiya herî berbiçav Şoreşa Jinan ya Rojava ye û wiha pê de çû: “Îro ev şoreş careke din di bin gefa polîtîkayên tunekirin û înkarê de ye. Êrişên HTŞ û çeteyên girêdayî wê yên li ser Rojava, ne tenê êrişên li ser erdnîgariyekê ne; ev êriş vîna jinan ya ji bo jiyana azad û wekhev, û hêviya gelan a ji bo jiyana demokratîk ji xwe re dikin hedef. Ev êriş parçeyek ji pêvajoyeke sîstematîk in ku dixwazin jiyana nû ya ku bi pêşengiya jinan hatî avakirin, ji holê rakin.”

AMED

Li dijî êrişên ser Rojava yên çeteyên HTŞˊê, DAIŞ, SMO ku bi destê Tirkiyeyê tên birêvebirin li taxên Seyrantepe û Şehîtlîk ên navçeya Bajarê Nû ya Amedê çalakî tên lidarxistin.

Li taxa Seyrantepe meşeK bi meşale hat lidarxistin. Çalakvan bi meşaleyan, di cadeyên taxê de meş li dar xistin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin. Şêniyên taxê bi dirûşm û dengderxistinê piştgirî didin çalakvanan. Çalakî didomin.

Li taxa Şehîtîlîk a Bajarê Nû jî bi heman armancê meş hat lidarxistin. Meşvan dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” berz dikin. Şêniyên taxê bi korneyên wesayîtên xwe, bi çepik û rakirina tilliyên xwe piştgirî didin çalakiyan. Çalakî di nava kolanên taxê de didomin.