Koçberên ji Serêkaniyê: Di vê rewşê de em venagerin

Bi wêneyan kiryarên çeteyên Tirkiyeyê yên li Serêkaniyê û gundewarên wê hatine belgekirin. Koçberên ji Serêkaniyê dibêjin “Heyanî ewlehî çênebe û mal û milkên me radestî me nekin, em venagerin.”

Koçberên ji Serêkaniyê: Di vê rewşê de em venagerin
Koçberên ji Serêkaniyê: Di vê rewşê de em venagerin
Koçberên ji Serêkaniyê: Di vê rewşê de em venagerin
Koçberên ji Serêkaniyê: Di vê rewşê de em venagerin
1 nîsan, 2026   06:50
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Koçberên ji Serêkaniyê got pirsgirêkên ewlehiyê li Serêkaniyê hene, mal û milkên wan hatine desteserkirin û ew nikarin di vê rewşê de vegerin.

Koçberê bi navê Mihemed Sîno yê ji Serêkaniyê ku niha li Kampa Serêkaniyê dimîne, got: “Mala me li bajarê Serêkaniyê ye û di wêneyên gihaştine ber destê me de, mal ji aliyê çeteyan ve bi temamî hatiye wêrankirin û malên me talan kirine.”

‘DEST DANÎNE SER ERDÊ MIN’

Sîno got: “Çend kesên ku em nas nakin di mala me de bûn. Em dixwazin vegerin malên xwe û tu kes di malên me de nebe. Kesên ku di malên me de ne berî ku derkevin malên me bi temamî wêran dikin û tiştekî li ser hev nahêlin. Em dixwazin vegerin. 300 donim erdê min heye û çeteyan dest daniye ser û ji bo xwe diçînin. Niha jî dixwazin erdê min bifiroşin. Ne ez tenê ketime vê rewşê. Gelek malbatên koçber hene ku çeteyan dest daniye ser erdên wan û dibêjin dê bifiroşin. Em dixwazin ewle vegerin malên xwe. Di vê rewşê de em nikarin vegerin. Çend malbatên ku vegeriyan êrişî wan kirin û rehetî ji wan re nehiştin. Em dixwazin ewle vegerin.”

Feysel Mihemed ku li Kampa Serêkaniyê dimîne, got: “Berê agahiya me pê nebû ku çi bi mal û milkên me kirine. Di vê demê de me agahî girtin ku mala min û malên hemû birayên min wêran kirine. Bi taybet mala min li pişt gaziya Roj bû û bi temamî rûxandine.”

Mihemed diyar kir ku çeteyên dest daniye ser erdên wî û dê bifiroşin û wiha got: “Erdên min li gundê El Dibs in û belgeyên ku îsbat dikin ku min erd kiriye, bi min re ne. Niha çeteyan dest daniye ser erdên min, ji bo xwe diçînin û dixwazin bifiroşin. Me gelek zilm dît, di rewşa niha ya Serêkaniyê de em nikarin vegerin. Divê em bi komî û bi hêzên xwe yên Asayîşê re vegerin. Eger em vegeriyan û malên me xirabe ne û di destê çeteyan de bin, em ê li ku derê bimînin? Em dixwazin bi rûmet û ewle vegerin bajarê xwe.”

Koçberên ji Serêkaniyê di çarçevê Peymana 29`ê Çileyê de dixwazin bi komî û ewle vegerin warên xwe û aliyên têkildar mal û milkên wan radestî wan bikin.

ANHA