Wezîrê Parastinê yê Lubnanê gefên Îsraîlê ên têkildarî başûr red kirin

Wezîrê Parastinê yê Lubnanê gefên Îsraîlê yên têkildarî avakirina "herêmeke ewlehiyê" li başûrê Lubnanê şermezar kirin û ew wek binpêkirineke aşkera ya serwerî û yekparebûna xakê bi nav kir.

Wezîrê Parastinê yê Lubnanê gefên Îsraîlê ên têkildarî başûr red kirin
31 adar, 2026   22:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Lubnanê Mîşal Mensa gefên Îsraîlê yên têkildarî avakirina "herêmeke ewlehiyê" li başûrê Lubnanê şermezar kirin.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz diyar kiribû ku wê beşeke mezin ji başûrê Lubnanê kontrol bikin û herêmeke ewle ava bikin.

Mîşal Mensa daxuyand ku her hewldana avakirina herêmeke ewle li hundirê xaka Lubnanê yan jî kontrolkirina heta çemê Lîtanê wê kiryarek din a êrişkariya li dijî xak û serweriya neteweyî ya Lubnanê be û Lubnanê bi tundî van gefan red dike.

(ac/fr)

ANHA