Partiya Yekitiya Suryanî cejna Ekîto pîroz kir

Partiya Yekitiya Suryanî cejna Ekîto pîroz kir û banga diyaloga neteweyî û destûreke ku mafên tevahî pêkhateyan di Sûriyeyê de were misogerkirin kir.

Partiya Yekitiya Suryanî cejna Ekîto pîroz kir
31 adar, 2026   22:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Suryanî bi boneya cejna Ekîto daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Daxuyaniya partiyê wiha ye:

"Bi boneya Cejna Ekîto - Sersala Suryanî-Asûrî 6776 - em pîrozbahiyên xwe yên germ û bereketa xwe ji bo hemû gelê me yê Suryanî-Asûrî û hemû gelên Sûriyeyê di vê cejnê de dişînin. Di 1ˊê Nîsanê de, gelên me yên kevnar bi rêya rêûresmên mezin ên ku rayedar, gel û xwezayê tê de ne, salek nû pîroz kirin, ku sembola destpêkek nû ye.

Îro, gelê me yê Suryanî-Asûrî-Keldanî, ku gelek nirxên xwe yên çandî, mîratî û zimanî parastiye, vê kevneşopiya dewlemend bi pîrozkirina vê cejna neteweyî ya dîrokî diparêze. Ev şahidiyek ji bo rastbûna gelê me, dîroka kûr û îradeya bêdawî ye, ji ber ku hemû polîtîkayên qirkirin, koçberkirin û dûrxistinê nekarîne wan tune bikin.

Di vê cejnê de, em girîngiya vê qonaxa ku Sûriye tê re derbas dibe tekez dikin, ji ber ku ew piştî hilweşîna rejîma zalim, piştî şoreş, şer û wêraniyek ku ji 14 salan zêdetir dom kir, serdema başbûnê dijî. Tevî hewldanên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ji bo dabînkirina aramiyê, parastina saziyan, dabînkirina xizmetguzariyan û misogerkirina jiyanek bi rûmet, ji bo Sûriyeyiyan lê gelek valahî û kêmasî hene, ku rasterast bandorê li aştiya sivîl li Sûriyeyê dikin û di navbera komên cûda de dijminatiyê diafirînin. Mînaka herî dawî jî bûyerên nijadperestî yên li Siqêlbiyê ne. ji bo rûbirûbûna van zehmetiyan, divê hikûmet nêzîkatiyek nû ji bo rêvebirina Sûriyeyê qebûl bike, pirrengî û beşdarbûnê qebûl bike û qanûnan derxe da ku pêşî li her axaftina mezhebî yan nefretê bigire ku civaka Sûriyeyê parçe dike. Ji ber vê yekê, berî ku Sûriye bikeve kaosek din, pêdivî bi diyalogek neteweyî ya berfireh û beşdariya hemû hêzên siyasî di rêberiya vê qonaxa veguhêz de heye. Divê ev diyalog armanc bike ku destûrek daîmî ji bo Sûriyeyê amade bike ku serweriya gel, serweriya hiqûqê û azadiyên giştî û takekesî garantî bike. Divê ev destûr li hember hemû ol û etnîsîteyan bêalî be, cihêrengiya neteweyî nas bike û wê di mafên destûrî de, di nav de mafên gelê me yê Suryanî-Asûrî, bi cih bike.

Em vê cejnê li gelê xwe pîroz dikin û silavên xwe ji malbatên şehîdên xwe û hemû hevalên xwe re dişînin."

(ac/fr)

ANHA