Foza Yûsif hûgirliyên lihevkirina QSDˊê û hikumeta demkî zelal kirin

Endama Komîteya Danûstandinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hikumeta demkî re Foza Yûsif hûrgiliyên peymana dawî ya di navbera QSDˊê û hikumeta demkî de ragihandin.

Foza Yûsif hûgirliyên lihevkirina QSDˊê û hikumeta demkî zelal kirin
30 ÇILE, 2026   18:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Komîteya Danûstandinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hikumeta demkî re Foza Yûsif di tevlêbûna kanala "El Yom" de hûrgirliyên lihevkirina dawî ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî de ku îro hatiye ragihandin, aşkera kirin.

Foza diyar kir ku dê Hêzên Sûriya Demokratîk veguherin tûgayên leşkerî, li herêmên Cizîrê û Kobanê werin bicihkirin, di heman demê de ku hêzên QSD û hikumeta demkî ji eniyên şer vekişin. Foza da zanîn ku dê dewletên garantor çavdêriya pêkanîna bendên peymanê bikin.

EWLEKARIYA HUNDIRÎN Û PARASTINA HERÊMAN

Foza anî ziman ku hêzên Asayîşê dê berpirsiyarê parastina herêmên ku piranî Kurd lê dijîn bin, lê hebûna hêzên ewlehiyê yên girêdayî Wezareta Karên Hundirîn a hikumetê dê demkî be, ji bo armanca koordînakirina temamkirina pêvajoya entegrasyonê, wê hebûna wan ne daîmî be.

Foza destnîşan kir ku birêvebirina herêmên niha dagirkirî ne, weke Efrîn û Serêkaniyê ji hêla şêniyên herêmê ve bin.

ALIYÊN ÎDARÎ

Foza diyar kir ku deriyên sînor, balafirgeh û bîrên petrolê dê bi karmendkirina rêveberên herêmî di bin kontrola navendê de bin. Ruxsetkirina saziyên ragihandinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Şamê de be.

Foza têkildarî saziyên perwerdehiyê got, dê ew sazî parastina taybetmendiya xwe bikin, komîteyên hevbeş ên nîqaşkirina berdewama proseya perwerdehiyê werin avakirin, di nav de meteryal û zimanên xwendinê, wê bawernameyên Rêveberiya Xweser hemû jî werin pejirandin û verastkirin.

DOSYAYA DAIŞˊÊ

Foza Yûsif diyar kir ku dê QSDˊê, hemwextî veguhastina girtiyan bo Iraqê, di parastina girtîgehên DAIŞˊê de berdewam bikin. Heta niha navê parêzgerê Hesekê nehatiye diyarkirin û wê cîgirê Fermandarê Ewlekariya Hundirîn a parêzgehê ji hêla QSDˊê ve bê destnîşankirin.

YEKÎNEYÊN PARASTINA JIN(YPJ)

Der barê mijarê YPJˊê de Foza Yûsif got di peymanê de nehat bibîrxistin, lê wê weke dosyayek taybet di qonaxa bê de bê nîqaşkirin.

Di dawiyê de Foza Yûsif got hîna pêdiviya peymanê bi şopandina berdewam a çareserkirina gelek mijaran pirsgirêk heye.

(fr)

ANHA