Çeteyên DAIŞ’ê êrişî gundekî kir

Duh çeteyên DAIŞ’ê bi ser gundê Bedir ê Tikrîtê ya Iraqê de girt. Çeteyan serokê berê yê meclisa gund qetil kir.

Çeteyên DAIŞ’ê êrişî gundekî kir
12 kanûn, 2025   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Iraqê duh bi şev çeteyên DAIŞ’ê li gundê Bedir ê li başûrê Tikrîtê avête ser mala serokê berê yê meclisa gund û di encamê de çeteyan serokê berê yê meclisê Fexrî Ebasî di mala wî de qetil kir.

Li gorî daxuyaniya walitiya Selahedînê jî, Fexrî Ebasî di encama êrişeke terorî de hatiye kuştin û hate gotin: “Di sala 2021’an de çeteyan êrişî malbata Fexrî kiribû û hemû malbata wî qetil kiribû. Tenê Fexrî wê demê ji êrişê rizgar bûbû.”