Knesset projeya qanûna qedexekirina çalakiya UNRWAʹyê pejirand

Piştî hişyariyên ji endamên Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî ji Til Avîvê re ku biryara qedexekirina UNRWAʹyê nede, Knesseta Îsraîlê îro biryara da ku nabe UNRWA li hundirê Îsraîlê bixebite.

Knesset projeya qanûna qedexekirina çalakiya UNRWAʹyê pejirand
28 cotmeh, 2024   23:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Knesseta Îsraîlê îro biryara da ku nabe Ajansa Alîkarî û Xebitandina Penaberên Filistînê (UNRWA) ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî bixebite.

Piştî çend salan ji rexneyên tûj ên Îsraîlê ji UNRWAʹyê re ku bi êrişa Hemasê re jî zêde bûn, îro parlamaneteran projeya qedexekirinê pejirand.

UNRWA ji bo piştgiriya Filistîniyên li gelek welatan di 1949ʹan de hat damezrandin. UNRWA bi taybet navendên tenduristî , dibistanên li Xeza û Difa Xerbiye bi rê ve dibe û ji bo belavkirina alîkariyên navneteweyî li Xezayê ku di karesateke mirovî re derbas dibe xwedî roleke mezin e.

(fr)