Ji bo derbaskirina zehmetiyan banga hevgirtinê kir

Hevserokê Nivîsgeha Firneyan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi zanabûn li binesaziya herêmê û avahiyên xizmetguzariyê dide da ku li herêmê krîzeke aborî çêbe. Ji bo derbaskirina bandor û zerarên êrişan jî banga hevgirtinê kir.

Ji bo derbaskirina zehmetiyan banga hevgirtinê kir
29 cotmeh, 2024   08:30
HESEKÊ
HINAR ÎBRAHÎM

Ji 23 heta 27’ê Cotmehê dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş pêk anîn. Di êrişan de binesazî, saziyên xizmetguzarî û çavkaniyên jiyanê yên welatiyan hedef hatin girtin. Dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn êrişî van çavkaniyên jiyanê kir ku welatiyan bide koçberkirin.

Di êrişên dagirkeriya Tirk de balafirên bêmirov û yên şer stasyonên gaz, petrol, kehrebe, navendên tenduristî û xizmetguzarî û firneyên giştî û taybet hedef girtin.

Girêdayî wê, hevserokê Nivîsgeha Firneyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdulhemîd Ebdulkerîm destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişan têkbirina aramiya herêmê ye, nexasim ku di êrişan de zêdetirî 30 kargehên petrolê, firne û embargehên ard hatin hedefgirtin.

Ebdulkerîm wiha domand: “Dagirkeriya Tirk bi zanabûn saziyên xizmetguzarî hedef girtin. Her wiha ji ber zirarên bi wan saziyên xizmetguzariyê bûne, dê bandoreke neyênî li ser jiyana welatiyên herêmê bike."

Ebdulkerîm di axaftina xwe de girîngî da hedefgirtina firneyên giştî û taybet ên li herêmê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve û diyar kir ku dagirkeriyê bi wê yekê armanc kir ku bandorekê li aboriya herêmê û xizmetguzariyên wê bike. Ew yek piştî di têkbirina leşkerî ya Rêveberiya Xweser de bi binket, pêk hat.

Ebdulkerîm destnîşan kir ku ji bo jinûve sererastkirina binesaziyên zirar dîtine, pêdivî bi demekê heye û dê xebata li ser wê yekê li ser gelek qonaxan be, ji ber ku dorpêçkirî ye.

Di dawiya axaftina xwe de Ebdulkerîm bang li şêniyên herêmê kir ku ji bo derbaskirina vê qonaxê pêdivî bû hevgirtin û destekdayîna Rêveberiya Xweser heye û got: “Saziyên Divê welatî bawer bin ku dê saziyên Rêveberiya Xweser van zehmetiyan di nêztirîn dem de derbas bike ku xizmetguzariyan pêşkêşî welatiyên xwe bike."

(mh/fr)

ANHA