Bîlançoya êrişên Îsraîl û Hizbullah a Lubnanê

Îsraîlê bajarê Sûr ê Lubnanê topbaran û bombebaran kir, di encamê de gelek avahî hatin wêrankirin û zizarekî mezin gihîşt rewşa bajêr. Hizbullah a Lubnanê ragihand ku wê baregeha Stêla Marîs a deryayî ya bakurê rojavayê Heyfayê hedef girt.

Bîlançoya êrişên Îsraîl û Hizbullah a Lubnanê
28 cotmeh, 2024   23:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku Îsraîlê hişyariya valakirina kolan û taxên bajarê Sûr da, balafirên şer ên Îsraîlê êrişên hewayî li dijî bajêr pêk anîn. Di encamê de gelek avahî hatin wêrankirin, zirarekî mezin çêbû û rewşa bajêr a deryayî hat xerabkirin.

Di êrişan de 7 kes hatin kuştin û 17 birîndar bûn. Artêşa Îsraîlê ragihand ku balafirên wê yên şer armanc û binesaziyên girêdayî Hizbullah ên li bajêr bombebaran kirin.

 Di êrişan de gelek tax û wesayîtên artêşa Lubnanê hatin bombebarankirin û hedefgirtin. Tê de 3 kes li bajarokê Batoliye û 3 kesên in li devera Tolîn hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê bajarê Nebtiyê yê başûrê Lubnanê û herêma Bekayê jî bombebaran kirin. Li Bekayê 2 kes hatin kuştin û 6 birîbdar bûn.

Balafireke bêmirov a Îsraîlê matorek li bajarokê Tareya hedef girt, di encamê de 2 kes hatin kuştin.

Girêdayî wê, Hizbullah bi dehan moşek li herême Metle, Kureyat Şimûne û Menara barandin.

Hizbullah ragihand ku wê kombûneke hêzên Îsraîlê li Bewabet Fatme û herêma Emra hedef girt. Her wiha baregeha Stêla Marîs a deryayî ya bakurê rojavayê Heyfayê hedef girt.

(mh)