Saleke banga 27’ê Sibatê ya dîrokî  

Salek di ser banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan re derbas bû. Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ji bo çareseriya demokratîk gavên şênber avêtin û encameke girîng derket holê. Lê heta niha dewleta Tirk gavên jê tê xwestin neavêtine.

Saleke banga 27’ê Sibatê ya dîrokî  
27 sibat, 2026   02:45
NAVENDA NÛÇEYAN
BERÎTAN ÎRLAN

Piştî ku Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir, di çarçoveya bangê de, di nava salekê de gelek pêşketinên siyasî, leşkerî û civakî çêbûn. Her çendî Tevgera Azadiyê gavên şênber avêtin û Rêber Abdullah Ocalan hewleke mezin ji bo çareseriya demokratîk a doza kurdî û Rojhilata Navîn da jî, heta niha dewleta Tirk gaveke şênber neavêtiye û pêvajo di asta hêvîdayîn û nediyariyê de didome. 

BANGA DÎROKÎ Û ENCAMÊN WÊ

27’ê Sibata 2025’an Şandeya Îmraliyê ya ji Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol pêk dihat, ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ber bi Îmraliyê re ket rê. Şande heman rojê vegeriya û li bajarê Stenbolê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de nameya Rêber Abdullah Ocalan hat xwendin. Li gelek navendên Kurdistanê, Tirkiyê û derveyî welat daxuyanî bi zindî û girseyî hat şopandin.

Rêber Abdullah Ocalan di daxuyaniyê de Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Her wiha bang li Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kir ku kongreya xwe li dar bixin û biryara feshê bidin.

Vê bangê li Kurdistanê, Tirkiyê, Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê deng veda û weke destpêkirina pêvajoyek nû hat nirxandin.

9’ê Tîrmehê piştî 26 salan cara yekemîn daxuyaniya Rêber Abdullah Ocalan a bi dîmen hate weşandin. Rêber Abdullah Ocalan ev peyam da û gaveke din a dîrokî da avêtin, “Ez ji hêza çekê na, ji hêza siyaset û aştiya civakî bawer dikim. Bang li we jî dikim ku vê rêgezê jiyanî bikin”.

3’yê Cotmehê Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtina bi Şandeya DEM Partiyê de got, “Pêşniyar dikim ku di hemû têkiliyên siyasî û civakî de muzakereya demokratîk serdest be.”

PKK’Ê BERSIV DA BANGÊ

1’ê Adarê (2025) PKK’ê li ser banga Rêber Abdullah Ocalan agirbesta yek alî îlan kir. PKK’ê di 5-7’ê Gulanê de li ser banga Rêber Abdullah Ocalan Kongreya 12’emîn li dar xist û biryara fesihkirinê da.

PKK’Ê ÇEK ŞEWITANDIN Û BIRYARA VEKIŞÎNÊ DA

11’ê Tîrmehê 30 gerîlayên PKK’ê ku navê Koma Aştî û Civaka Demokratîk li xwe kir, bi merasimeke li Silêmaniyê çekên xwe şewitandin. Hevseroka KCK’ê Besê Hozat ku daxuyaniya li ser mijarê xwend, ev peyam da: “Çek êdî ne astengî ye. Êdî dora aliyê din e.” Merasîma şewitandina çekan ji aliyê sedan rojnamevanên ji Tirkiye, Kurdistan û cîhanê, dîsa gelek siyasetmedar, rewşenbîr û rêxistinan ve hat şopandin, li cîhanê deng veda.

26’ê Cotmehê rêveberiya Tevgera Azadiyê Kurd, bi civînek çapemeniyê ragihand ku wan bi erêkirina Rêber Abdullah Ocalan tevayî hêzên xwe ji Tirkiyeyê vekişandine.  Vê daxuyaniyê jî li Tirkiye û cîhanê gelekî deng veda.

Rêveberiya Tevgera Azadiyê, 17’ê Mijdarê jî ragihand ku wan di 16’ê Mijdarê de xwe ji herêma Zapê ku rîska şer lê hebû, vekişandina qadên din.

BESÊ HOZAT: EM Ê XEBATA SIYASETA DEMOKRATÎK BIKIN

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat 28’ê Mijdarê bi boneya 47’emîn salvegera damezrandina PKK’ê axivî û got: “Emê biçin û xebata siyaseta demokratîk û xebata civaka demokratîk bikin.”

Ji bo meşandina pêvajoyê Rêber Abdullah Ocalan gavek din avêt û di hevdîtina 18’ê Gulanê ya bi şandeya DEM Partiyê re de got: “Pêdivî bi peymaneke nû ya li ser bingeha xwîşk-biratiyê heye. Tişta ku me kiriye, guhertineke mezin a paradîgmayê ye” û xwest li parlamentoya Tirkiyeyê komîsyonek were avakirin.

KOMÎSYON HAT AVAKIRIN

Piştî merasîma çek şewitandinê, zext li ser dewleta Tirk hatin zêdekirin ku gav bavêje. 5’ê Tebaxê (2025) partiyên ku komên wan di Meclisa Tirkiyeyê de hene, Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Netewî ku ji 50 kesî pêk hat, ava kir. Komîsyonê di tevahiya salê de 21 civîn pêk anîn û 137 kesayet û alî guhdar kirin. 24’ê Mijdarê li ser navê komîsyonê parlementerên DEM Partî, MHP û AKP hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk anîn. 4’ê Kanûnê li ser rojeva hevdîtina bi Rêber Abdullah Oclan re komîsyonê civîna 19’emîn çêkir û naveroka hevdîtinê bi awayekî kurt hat ragihandin. Lê gelek derdoran û partiyan ev yek têrker nedît û xwestin naverok hemû were eşkerekirin.

Komîsyonê 18’ê Sibata 2026’an rapora xwe amede kir, rapor di civîna 21’emîn de bi 47 dengê erê, 2 dengê na hat pejirandin. Lê gelek aliyan rapor û zimanê hatî bikaranîn rexne kir.

KCK’Ê RAPOR BI TUNDÎ REXNE KIR

KCK’ê 22’ê Sibata 2026’an rapor rexne kir û got: “Kêmasiyên bingehîn di raporê de hene. Ji bo ku Kurd ji demokrasiyê sûdê wernegirin, bi israr ji demokratîkbûnê dûr dikevin û disekinin. Bi gotina ‘terorê’ pirsgirêka Kurd vedişêrin. Çekdanîna bi tevahî bi qebûlkirina çareseriya pirsgirêka Kurd pêkan e. Çekdanîn bi pêkanîna entegrasyona demokratîk pêkan e. Ji bo ku pêvajo bi awayek saxlem biçe serî divê Rêber Abdullah Ocalan azad bibe.”

MAFÊ HÊVIYÊ

Piştî daxuyaniyên Devlet Baxçelî û banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan, mijara “Mafê Hêviyê” ket rojevê. Partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl, saziyên mafê mirovan, baroyên hiqûqê, rewşenbîr, siyasetmedar, gelê Kurd û dostên wan xwestin ku mafê hêviyê pêk bê û azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were. 17’ê Îlonê li bajarên Amed û Wan ên Bakûrê Kurdistanê û bajarê Mêrsînê yê Tirkiyeyê ji bo pêkanîna “Mafê hêviyê” meşên girseyî hatin lidarxistin. 21’ê Cotmehê jî DEM Partiyê ji bo pêkanîna mafê hêviyê pêşnûmeyek da Parlamentoya Tirkiyeyê.

Di rapora komîsyonê de jî her çendî gotina “Mafê Hêviyê” derbas nebûbe jî, lê hat diyarkirin ku divê li gorî biryarên Dadgeha Mafê Mirova ya Ewropayê (DMME) yê tev bigerin, ku DMME’yê 18’ê Adara 2014’an biryar da ku Tirkiyeyê mafê parastinê binpê kiriye, lewma divê Rêber Abdullah Ocalan ji nû ve were darizandin.

KONFERANSÊN DER BARÊ PÊVAJOYÊ DE

6-7’ê Kanûnê DEM Partiyê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li Stenbolê pêk anî. Ji Kurdistan, Tirkiye û gelek welatên cîhanê rewşenbîr û siyasetmedar û rojnamevan tev li konferansê bûn. Ev konferansa ku li ser çareseriyê gelek nêrîn û nirxandin hatin kirin jî, gelek deng veda, şîroveyên cuda hatin kirin. Di konferansê de peyama Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê Veysî Aktaş ve hat xwendin. (Veysî Aktaş ku sala 1994’an ji ber sedema soza Kurd hatibû girtin, piştî 31 sal û sê mehan 25’ê Tîrmehê hat berdan. Aktaş 2015’an derbasî girtîgeha Îmraliyê bibû. Piştî ji girtîgehê derket, ji bo vegotina pêvajoyê di nava gel de dest bi xebatê kir.)

Partiyên li Başûrê Kurdistanê jî piştgiriya xwe ji pêvajoyê re anîn ziman.

1’ê Îlonê li Hewlêrê konferansa "Aştiya Tirkiyeyê ya ku bi Zehmetî bi Dest Dikeve" hat lidarxistin. Siyasetmedarên ji Bakurê Kurdistanê, endamên Şandeya Îmraliyê, siyasetmedar û rayedarên Başûrê Kurdistanê beşdarî konferansê bûn. Rêber Abdullah Ocalan peyamek ji konferansê re şand û got: “Eger ev pêvajoya li Tirkiyeyê bi ser bikeve, dê qedera hemû Rojhilata Navîn biguhere.”

19’ê Mijdarê li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê “Forûma Aştî û Ewlekariyê ya Rojhilata Navîn (MEPS)” pêk hat. Gelek siyasetmedar, kesayet, rewşenbîr, rojnameger û berpirsên herêm û welatan beşdarî forumê bûn. Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî beşdarî forûmê bûn.

BANDORA LI SER ROJAVA Û SÛRIYEYÊ

Yek ji qadên ku pêvajoyê bandorek mezin li ser ava kir jî Rojavayê Kurdistanê, Sûriye bû. Li van qadan gelek xebatên ji bo danasîn û xurtkirina pêvajoyê hatin meşandin.

Li Sûriyeyê hincetên dewleta Tirk ên êrişan ji holê rabûn an jî nekarî viya zêde bike rojev. Rêber Abdullah Ocalan ji bo Sûriyeyê demokrasiya herêmî pêşniyar kir.  Di navbara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de 10’ê Adarê peymanek ji 8 xalên ku demokratîkbûna Sûriyeyê dike hedef hat îmzekirin.

Lê hinek hêzên navnetewî û dewletên herêmî yên weke Tirkiyeyê ji bo têkbirina van hevdîtinan ketin nava hewldanan. Di encama vê de çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumeta demkî ya Şamê 6’ê Çileya 2026’an êrişî taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê kirin, 17’ê Çileyê êrişî Dêrhafir û Tebqayê, 18’ê Çileyê jî êrişî Reqayê kirin. Di nava gelê Kurd û Ereb de fitneyek çêkirin.

Gelê Kurd û gelek aliyan ev êriş weke komploya duyemîn a 9’ê Cotmehê û 15’ê Sibatê (Komploya Navnetewî) pênase kirin. Armanca êrişan tunekirina gelê Kurd bû.

Rêber Abdullah Ocalan ji bo qirkirina li ser gelê Kurd bide rawestandin kete nava hewldanan û di encamê de 29’ê Çileyê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Şamê de peymanek pêk hat. Peyman di çarçoveya entegrasyona Demokratîk de pêk hat. Her çendî hinek gav hatibin avêtin jî, lê heta niha di aliyê hikumeta demkî de gavên girîng ên weke rakirina dorpêça li ser Kobanê nehatine avêtin.

XEBATÊN RÊBER ABDULLAH OCALAN ÊN JI BO YEKITIYA KURDAN

Şandeya Îmraliyê ku cara yekemîn 28’ê Kanûna 2024’an serdana Îmraliyê kir, piştî hevdîtina xwe ya di 22’ê Çileya 2025’an de bi Rêber Abdullah Ocalan re kirî, serdana Başûrê Kurdistanê kir.

Şandeyê li ser mijara pêvajoyê û yekrêziya gelê Kurd, di navbera 15-19’ê Sibata 2025’an de hevdîtin li ser rayedar û partiyên Başûrê Kurdistanê çêkir.

Li ser nirxandin û bangên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî yekrêziya Kurdî, 26’ê Nîsanê “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê” li bajarê Qamişlo pêk hat. Ji Rojava, Bakur, Başûr û deverên din ên Sûriyeyê, zêdekirî 400 nûnerên partî û hêzên kurdî beşdarî konferansê bûn. Di encamê de danezana yekrêziyê hat eşkerekirin û ji bo danûstandina bi Şamê re şandeyek hat avakirin.

PEYAMA RÊBER ABDULLAH OCALAN A HERÎ DAWÎ

Yek ji mijarên ku Rêber Abdullah Ocalan herî zêde li ser rawestiya jî entengrasyona demokratîk bû. Di hevdîtina dawîn a Şandeya Îmraliyê û Rêber Abdullah Ocalan de (16 Sibat 2026), Rêber Abdullah Ocalan got: “Qonaxa yekem qediya. Ev hevdîtin civîna têketina entegrasyonê ye.”

DEM PARTÎ DÊ 27’Ê SIBATÊ DAXUYANIYEKÊ BIDE

DEM Partî dê tekildarî salvegera Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan li Enqereyê 27ˊê Sibatê (2026) bernameyekê li dar bixe. Şandeya DEM Partiyê û hevserokên giştî yên DEM Partiyê jî dê tev li bernameyê bibin. Di bernameyê de peyama nû ya Rêber Abdullah Ocalan jî dê ji raya giştî re bê parvekirin. Her wiha dê li ser merhaleya pêvajo gihaştiyê jî gotûbêj bên kirin.

ANHA