Kîjan Entegrasyon?

Di demên dawî de li Suriye û Tirkiyeyê têgîna entegrasyonê bûye rojeva bingehîn. Lê desthilat cuda, aliyên aştîxwaz û demokrat cuda nêzîk dibin. Lewma çavkaniya têgehê, pênase û şêwazên pêkanîna wê girîngtir dibe.

Kîjan Entegrasyon?
Kîjan Entegrasyon?
Kîjan Entegrasyon?
Kîjan Entegrasyon?
Kîjan Entegrasyon?
Kîjan Entegrasyon?
Kîjan Entegrasyon?
27 kanûn, 2025   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
ROGER ROJIYAN

Pergala sermayedariyê, feraseta xwe ji ziman dide destpêkirin û bi vî rengî li nava civakê belav dike. Pênaseyên derbarê têgehan de dibe yek ji parçeyê vê ferasetê. Wateyên têgehan piranî li gorî ramanan hatine guhertin, lewma li ser heman têgehê wateyên cuda hatine derxistin, her aliyek wateyeke li gorî xwe hildibijêr e. 

Têgeha “Entegrasyon” di demên dawî de bûye rojevek gelekî girîng a Suriye, Tirkiye û Kurdistanê. Bi taybetî piştî ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan ku 27’ê Sibata 2025’an hat ragihandin, nîqaş kûr bûn. 

Rêber Abdullah Ocalan di banga xwe ya bi dîmen a 9’ê Tîrmehê de got; ‘’Ancax bi perspektîfek entegrasyonalîsta pozîtîf gengaz e ku herkes tişta dikeve ser milê wan bikarîbin pêk bînin û xwe bigihînin armanca aştî û cîvaka demokratîk.

Piştî van bangan li Tirkiye, Suriye, Iraq û Îranê nirxandinên li ser şêwazên entegrasyonê bûn rojevek sereke. Herî zêde jî li Tirkiye û Suriyeyê rojeva bingehîn e. Aliyên desthilatdar vê têgehê wekî pînekirina bi pergalê re, yan jî helandina di nava wê de binav dikin. Lê aliyên aştîxwaz û demokrat wekî lihevkirina cudahiyan a li ser bingeha wekheviyê dinirxînin.  

Herî zêde jî desthilatdariya dewleta Tirkiyeyê li Suriye û Tirkiyeyê feraseta helandinê ferz dike. Lewma alozî û metirsî jî zêde dibin. 

PÊVAJO Û 3 TÊGEHÊN BINGEHÎN 

Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya 28’ê Tebaxê de diyar kir ku dê pêvajo li ser 3 têgehên bingehîn bimeşe û ev têgeh wekî, “Civaka Demokratîk”, “Aştî” û “Entegrasyon” binav kirin. 

Li ser girîngiya mijarê, me jî bi taybet têgeha Entegrasyonê lêkolîn kir, pênase û mînakên wê yên hatine pêkanîn kom kirin. 

PÊNASEYÊN CUDA YÊN ENTEGRASYONÊ

Peyva Entegrasyonê ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê hatiye bikaranîn, ji aliyê gelek derdoran ve cûda hatiye şîrovekirin. Hîn aliyan wekî, ‘helandina di nava dewletê de û li gorî dewletê rêkûpêk kirin’ bikar anîn. Li gorî wan, komên ku xwediyên nasnameyên cuda ne, dest ji çand û nasnameya xwe berdidin û dişibin pergalê. Ango Entegrasyon şibandina ya serwer e. Li gorî hinek pênaseyên  din jî, entegrasyon lihevkirina cudahiyan e, ango cudahiyên weke nasname, çand, ziman, bawerî û hwd. lihevkirinekê ava dikin, lê cewher û xweseriyên xwe diparêzin.

Li gorî etîmolojiyê peyva entegrasyon ji zimanê Latînî tê û ji pevya “înteger” derketiye. Ev jî tê wateya ‘tişta ku dest lê neketiye’ tam û tevahî ye. Piştre di zimanê Fransî wekî integrationê hatiye bikaranîn û wateya,’ yek kirinê’ lê hatiye barkirin. Bi heman wateyê di nava civak û zimanên din de jî belav bûye. 

Di herikîna pêşketinan ev têgîn jî li gorî mijarên cuda bi sernavên cur bi cur hatiye dabeşkirin. Entegrasyona civakî û çandî, Entegrasyona Siyasî, Entegrasyona Aborî û Entegrasyona Teknîk û Teknolojîk sernavên derketine pêş in. Di bin van serenavan de jî gelek cureyên entegrasyonê tên jimartin. Di wateya teng de wek lihevkirin, yek kirin an jî yekîtiya cudahiyan tê pênase kirin. 

Entegrasyona civakî û çandî, di aliyê aborî, civakî, çandî û polîtîk de tevlîkirina jiyanê ya hemû beşên civakê ye. Li gorî vê pênaseyê ev pêvajoyeke demdirêj dixwaze. Ji bo pênaseya Entegrasyona siyasî mînaka Yekîtiya Ewropayê tê dayin. Li Ewropayê her cudahiyek xweseriya xwe diparêz e. 

Entegrasyona Ekonomîk jî bi şêweyên cûda di bazarê de wek yekîtiya kompanyayên (şîrket) tîcarî tê pênasekirin. Lê aboriya civakî û pergala koperatîfan jî wekî şêweyek vê enterasyonê tê binavkirin. Entegrasyona teknîkî an jî teknolojîk jî wekî avakirina têkiliyan a di navpera parçeyên teknîkî de tê binavkirin. 

Her wiha entegrasyonên wekî îdarî, herêmî, matematîkî, genetîk jî li ser yekîtiya cûdahiyan

hatine pênasekirin.

PÊNASEYA RÊBER ABDULLAH OCALAN

Rêber Abdullah Ocalan ku bi manifestoya Aştî û Civaka Demokratîk ev pêvajo da destpêkirin jî entegrasyonê wiha pênase dike: ‘’Entegrasyon lihevkirina cîvaka demokratîk û netewe dewletê îfade dike. Pênaseya herî rast ev e. Cîvak xwe wek dewletekê rêxistin nake û bi dewleteke din ve jî gîrê nade. Weke civakek demokratîk, bi komareke demokratîk ve entegrasyonê pêk tîne. Entegrasyon di nava xwe de wekheviyê dihewîne. Bi rêya muzakereya demokratîk çêdibe. Ji bo entegrasyonê muzakereya demokratîk pêwistiyeke sereke ye. Muzakereya demokratîk, lihevkirina cîvaka demokratîk û netewe dewletê pêk tîne.’’

Li gorî nîqaşên felsefîk jî entegrasyona demokratîk an jî pozîtîf ji gorî diyalektîkê pêk tê. Dema çemek tevlî behrê dibe ew çem ji holê ranabe. Ava şirîn û ava şor demekê li gel hev diherikin. Her du jî cewhera xwe diparêzin û bi demê re hevsengiyeke ekolojîk ya nû derdixin holê. Entegrasyona çem, bi her awayî şibandina wê ya behrê nîn e. Guhertin dualî ye. 

Li çar parçeyên Kurdistan, Tirkiye û Suriyeyê niha rojeva sereke entegrasyon e. Nîqaşên dijwar tên meşandin. Kurd dixwazin ku bi parastina hebûn û xweseriya xwe, li gel pêkhateyên din civakek demokratîk û jiyanek aştiyane ava bikin. Lê desthilatên van welatan hîn jî helandinê ferz dikin. 

(a)

ANHA