Çalakvanên ji Idlibê: Nûnertiya rasteqîn kilîta avakirina Sûriyeyê ye

Lêkolîner û çalakvanên ji Idlibê diyar kir ku çareseriya herî guncaw ji bo siberoja welat diyaloga li ser esasê nûnertiya rasteqîn a tevahî pêkhateyên Sûriyeyê û bidawîkirina destwerdanên neyinî yên derve ye.

Çalakvanên ji Idlibê: Nûnertiya rasteqîn kilîta avakirina Sûriyeyê ye
27 kanûn, 2025   03:05
HELEB
XEYS ŞEMSEDÎN

Çalakvanê sivîl ê ji Meret El Nûman a Idlibê Sarî Rehmûn diyar kir ku çareserî bi diyalog, nîqaş û beşdariya tevahî alî û pêkhateyên Sûriyeyê, vegera Sûriyeyê li mozîka xwe ya rengîn mîsoger dibe. 

Sarî Rehmûn ku ji ajansa me re axivî got: "Divê rêz li hemû nêrînan bê girtin da ku sîwaneke nîştimanî were avakirin ku bêyî cudabûn an jî dûrxistinê, her kesî hembêz bike."

Li ser pirsa rewşa Sûriyeyê wê ber bi ku ve biçe? Rehmûn ev bersiv da: "Ev yek xwe dispêre hişmendiyê. Pêşîn hişmendiya civakî, hişmendiya gel ku hezkirin di navbera tevahî pêkhateyên gel de vegere. Xala din jî girêdayî hikumeta veguhêz û hemû hêzên sûriyeyî ye ku divê di bin sîwana welat de kom bibin û welat ji nû ve ava bikin."

Rehmûn anî ziman ku divê dawî li tevahî destwerdanên neyinî yên derve yên li Sûriyeyê werin anîn û destnîşan kir ku her destwerdaneke jî divê ji bo berjewendiyên tevahiya Sûriyeyê be, ne ji bo beşek an pêkhateyekê tenê be.

Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê Navenda Omran a Lêkolînan Elî Ebid El Mecîd jî got, pêşbînîkirina siberojeke nêzîk a Sûriyeyê bi naskirina astengî û arîşeyên ku tevahî sûriyeyî ji rojhilat heta rojava û ji bakur heta başûr pê re rû bi rû ne ve girêdayî ye.

El Mecîd got, ya ku Sûriyeyan tîne gel hev hestê nîştimanî ye û ev li gotinên xwe zêde kirin "Ev hest projeya siyasî ya siberoja Sûriyeyê nîşan dide. Divê temsîliyeta tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê were mîsogerkirin. Îro rengê siyasî belkî ya rêveberiyê tune ye, lê wekî sûriyeyî em hewl didin nêrînên xwe der barê siberoja siyasî û îrdarî ya welat de zelal bikin, di heman demê de astengî û arîşeyan di ber çavan re bigirin."

El Mecîd di dewama axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên temsîla jinan û civaka sivîl, pirsgirêka ragihand û gotinên kîndariyê û ev nirxandin kir: " Ev bi rastî berpirsiyariyek mezin ku dikeve ser milê me wek sûriyeyî, çi ji civaka sivîl, çi ji dewleta Sûriyê be an jî ji raya giştî be. Divê em Sûriyeyekê li ser bingeha hevkariyê ku sûriyeyî xeyal dikin, ava bikin.  Divê em ji kişandina nav ti îdeolojî an dabeşbûna etnîkî, olî, an mezhebî dûr bisekinin.  Bî rengî em ê ber bi qonaxek pêşketîtir ve biçin ku tê de qeşaya di navbera beşên cûda yên gelê Sûriyeyê de bihilînin, piştre derbasî xebata ji nû ve avakirina siyasî bibin."

Elî Ebid El Mecîd anî ziman ku piştî rûxandina rejîmê, rakirina qanûna Qeyser û cezayan gelê Sûriyeyê li benda berpirsyariyên mezin e nemaze ku pirsgirêkên aborî, xizanî û koçberiyê hene. El Mecîd got: "Em hêvî dikin qonaxek çêbibe ku tê de avahiya aborî bêtir were destnîşankirin, pirsgirêkên xizanî û koçberiyê ji holê werin rakirin, pergalên siyasî û îdarî yên rastîn, bibandor û temsîliyeta hemû beşên gelê Sûriyeyê bê avakirin."

(b)