MSD: Êrişa li Humsê li dijî aştiya sivîl a Sûriyeyê ye

Meclisa Sûriyeye Demokratîk bi daxuyaniyekê êrişa li dijî mezgeftekê li Humsê şermezar kir û got: "kiryarên wiha yên sûc komeke taybetî hedef nagirin, lê belê tevahiya aştiya sivîl a Sûriyeyê têk dibin. "

MSD: Êrişa li Humsê li dijî aştiya sivîl a Sûriyeyê ye
26 kanûn, 2025   21:44
NAVENDA NÛÇEYAN

MSD`ê der barê êrişa ku li dijî mizgefteke li bajarê Humsê pêk hat û di encamên de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn de daxuyniyek da.

Daxuyaniya MSD`ê wiha ye:

"Bi navê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) em sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr ji malbatên qurbaniyên ku di êrişa terorîstî ya xayîn de ku li dijî Mizgefta Îmam Elî bin Ebî Talib li Humsê pêk hat, re pêşkêş dikin û ji birîndaran re başbûneke bilez dixwaze.

MSD`ê vê sûcê terorîstî yê reş bi tundî şermezar dike, û diyar dike ku kiryarên wiha yên sûc komeke taybetî hedef nagirin, lê belê tevahiya aştiya sivîl a Sûriyeyê têk dibin, li bingehên jiyana hevbeş û yekîtiya neteweyî dixin, û dixwazin nakokiyê gur bikin û tundî û bêaramiyê bidomînin.

MSD`ê tekez  dike ku ji bo têkbirina terorê hewldanek neteweyî ya Sûriyeyê ya berfireh li ser bingeha hevkariyê û berpirsiyariya hevpar hewce dike, ji ber ku terorîzm xeterek e ku herêm û civakan derbas dibe, ne tenê Sûriyeyê, lê di heman demê de ewlehî û aramiya herêm û cîhanê jî dixe xeterê.

Di vê çarçoveyê de, serkeftina Peymana 10`ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e û gavek bingehîn e ber bi jiholêrakirina çavkaniyên terorê û vekirina rê li ber çareseriyek siyasî ya berfireh ku hêviyên gelê Sûriyeyê ji bo ewlehî, aramî û edaletê pêk tîne.

MSD`ê sersaxiyên xwe ji bo qurbaniyan û hêviya başbûneke bilez ji bo birîndaran dubare dike, û di van rojan de ku bi cejnên birayên me yên Xiristiyan re hevdem in, banga çesipandina nirxên biratî, jiyana hevbeş û hevgirtina neteweyî di navbera hemû gelê Sûriyeyê de dike."

(k)